Gelo Seroka Şaxa Jinan a AKPya Amedê vê hêzê ji kî distîne?

PeyamaKurd - Seroka Şaxa Jinan a AKPya Amedê Guzel Kizoglu ligel du polîsan poz da û ew poz li ser hesabê xwe yê medyaya civakî parve kir. Parvekirina Kizoglu rastî gelek rexne û bertekan hat. Li gorî îdiayan, dewletê ji bo Seroka Şaxa Jinan a AKPya Amedê Kizoglu du polis wezîfedar kirin.

Partiya Dad û Geşepêdanê (AKP) di hilbijartinên dawî yên herêmî yên 31ê adarê tevî Enqerê û Stenbolê şaredariyên gelek bajar ji dest dan û têkçûna wê têtê nîqaşkirin. Di demeke wiha de, Seroka Şaxa Jinan a AKPya Amedê Guzel Kizoglu li ser Instagrama xwe wêneyekî xwe parve kir ku tê de ligel du polisan xuya dike.

Seroka AKPyî Kizoglu di wî wêneyî de tevî du polîsên mêr poz dide û dibêje, “tu yê bimeşî, wê du polis ji bo parêzvaniya te li du te bimeşin.” Parvekirina Kizoglu rastî bertekên tund hat.

Parvekirina Kizoglu dide nîşandan ku li bajarekî polîtîk yê wekî Amedê AKPyiyan bi xwe jî doza xwe ya qaşogiravî danîne alîyekî û bi awayekî şexsî xwe û egoya xwe tetmîn dikin.

Li welatê ku ciwan û jin xwe dikujin wesif û taybetmendiyên vê xanimê çi ne?

Li Tirkiyê demeke wisa ye ku hevwelatî ji ber metirsî û xelînên pêşerojê rastî pirsgirêkên psîkolojîk tên û hetta car caran xwe dikujin; mafê xwezayî yên jinan tê binpêkirin û hema bêje her roj jin dibin qurbanî. Heta niha ev seroka şaxa jinan li ku derê bû û dewletê bi kîjan egerê ji bo wê du polîs wezîfedar kirine?

Li welatê ku mûçeya polîsan bi baca dewletê tê dayîn, li bajarekî weke Amedê, seroka qaşogiravî du polîsên ku mûçeya wan bi pereyê xelkê xizan tê dayîn dide kêleka xwe û bi wan re wêneyan digire û dibje, “tu yê bimeşî, wê du polis ji bo parêzvaniyê li du te bimeşin.” Bi vêya hem polîsan biçûk dixe hem jî vina bajarê Amedê. Divê ev xanim ji ber vê kiryara xwe bihê sizadan.

Gelek pirs hene ku divê bêne kirin lê pirsa bingehîn ev e: “wesifa vê xanimê çi ye û li gorî çi ji bo parastina wê du polîs hatine wezîfedarkirin. Ji ber çi bi du polîsan re wêneyê xwe digire û tinazên xwe bi gelê Amedê dike!”

‘Encama dawî ya AKPê: Hişmendiya Parti-Dewletê’

Ev parvekirin, yek ji diyardeyên dema dawî ya AKPê ye, ku Tirkiye çawa bûye rêveberiyeke partî-dewletî. AKP ji bo endam û layengirên xwe cudakariyeke pozîtîf dike û ev gelek pirs û pirgirêkan bi xwe re tîne.

Kiryarên serkirdeyên AKP (çi jin û çi mêr) ji bo xebatkarên wê yên ciwan jî dibin nimûne û ew ciwan jî bi heman awayî, li gorî berjwendiyên xwe tevdigerin. Ev yek, ji aliyê xwe ve normal tê dîtin û kesên ku wan rexne dikin bi tawana terorê dihên tawanbarkirin.

Li ser vî esasî, Seroka Şaxa Jinan a AKPya Amedê Guzel Kizoglu ku vîna welatiyên Amedê biçûk xistiye û tinazên xwe bi wan kiriye, divê ji ber vê kiryara xwe bihê sizadan. Divê gelê Amedê li hemberî vê rewşê dengê xwe bilind bike û îtaraz bike ku ev xanim bihê sizadan.