Edhem Barzanî: Kurdistan ketiye ber dagirkeriya leşkerî

PeyamaKurd - Edhem Barzanî di peyamekê de amaje bi operasyon û êrişên artêşa Tirkiyê kir û ragihand ku Başûrê Kurdistanê ketiye ber “dagirkeriya leşkerî û jenosîda jîngehê” û dibêje, “dema wê hatiye em hemû bi hev re û bê dudilî zengila metirsiyê lê bidin.”

Edhem Barzanî derbarê êrişên Tirkiyê bo ser herêmên sînorî yên Başûrê Kurdistanê peyamek belav kir.

Siyasetmedar Edhem Barzanî peyama xwe arasteyî, serokatiyên Herêma Kurdistan û Iraqê, hemû partî û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistan û Iraqê, Netewên Yekbûyî (NY) û Nûnera NY li Iraqê û Encûmena Asayişa Navdewletî, endamên Yekîtiya Ewropa, Komkara Erebî, rêxistinên navnetewî û civaka medenî ya Kurdistan, Iraq û cîhanê û rêxistinên parastina jîngehê li Kurdistan, Iraq û cîhanê

“Kurdistan ketiye ber pêleke dijwar a destbiserdegirtinê”

Edhem Barzanî di peyama xwe de dibêje, “Di şert û mercên gelek dijwar û pêşeroja nediyar a welatê me de û di serdema nêzikbûna li dawîbûna Peymana Lozanê di sala 2023an de, Kurdistan ketiye ber gereke din a dagirkeriya leşkerî û jenosîda jîngehê.”

Di peyamê de tê gotin, “Wek em hemû agahdar in di vê heyama derbasbûyî de, cografyaya Herêma Kurdistanê bi giştî û devera Badînan bi taybetî û bi şêwazekî gelek dijwartir, ketiye ber pêleke dijwar a destbiserdegirtinê ku li gelek herêman artêşa dewleta Tirkiyê heta kurahiya bi nêzikî 40 kîlometre hatiye pêş û axa Kurdistanê xistiye bin şert û mercên zehmet û neyasayiya dagirkeriya serbazî.”

Edhem Barzanî dibêje, “Ev jî bi şêweyekî ye ku ne tenê çiya, herêm û xalên jeoserbazî, gund jî ji rûniştvanên wan hatine valakirin û bi dehan hemwelatî hatine şehîdkirin û li wê herêmê xelk neçarî rev û bicîhiştina warên bav û bapîran hatine kirin.”

“Jîngeha Kurdistanê bi plan tê jinavbirin”

Edhem Barzanî di peyama xwe de balê dikişîne ser ziyana êriş, topbaran, bombebaranên Tirkiyê li ser jîngeha Kurdistanê û dibêje, “bi hinceta xweparastin û sazûkara şer û leşkerî, warên ciwan ên Kurdistanê ku sermayeya netewî û Kurdistanî û di asteke bilind de mîrata hevbeş a mirovahî û cîhanî jî tên hejmartin, bi şêweyekî sîstematîk û bi plan tê jinavbirin, şewitandin û talankirin.”

Edhem Barzanî dibêje, li gor ezmûnên rabirdû dewleta Tirkiyê her cografya û herêmeke ku di warê leşkerî de dagir kiribe, ti caran jê derneketiye û dibêje, “Girava Qibrisê û Îskenderun du belgeyên zindî û zelal û dîroka wan hevkêşeyan in” û herwiha  “dagirkirina bilindahiyên Şekyo nêzikî sînorê Îranê li devera Bradost û bilindahiyên devera Barzan, Amêdî, Bamernî û piraniya bilindahiyên Badînan heta nêzikî sînorê Rojhilat û Deşta Neynewa û li gel sînorê di navbera me de.”

“Divê gelek bi ciddî rêkar bên wergirtin”

Di peyama xwe de Edhem Barzanî  diyar dike, ew wek “hemwelatiyek û xemxorek” wê peyamê belav dike û dibêje, bang “li hemû aliyên berpirsyar dikim ku hemû hewlên xwe bixin nav tevgerê, çi bi rêya giftugo û danûstandinên dualî, yan bi rêya dewleta Iraqê, yan rêxistina Netewên Yekbûyî û hemû wan dewlet û hêzên cîhanî ku rêz li aştî û mafên mirovan digirin û dikarin guvaşê pêk bînin û sînorekî ji bo wê sînorbezandin û dagirkeriyê danin.”

Di peyama xwe de Edhem Barzanî hişyariyê dide û daxwaz dike, “dema lêdana zengila metirsiyê hatiye ku em hemû bi hev re û bêyî dudilî vê zengilê lê bidin. Gelek bi ciddî hemû rêkarên navdewletî werbigirin û helwesta xwe rêk bixin” û daxwaz ji dewleta Tirkiyê bikin “di çarçoveya cîrantî, hevayînî, pêkvejiyana dîrokî û cografî de, ji bo jiyana aştiyane ya di navbera gelên Kurd û Tirk û gelên din ên li deverê û seqamgirî û aramiya herêmayetî û Rojhilata Navîn, rêz li serweriya ax, jîngeh û îdareya xwerêveberiya yasayî û destûrî ya Kurdistanê bigire û îtîraf bi prensîpên mirovî, siyasî û îdareyên li wan herêman bike û pirsgirêkan di çarçove, bazne û civaka Tirkiye û Kurdistana Bakur de çareser bike ku navenda serhildana wan arîşeyan e ku pêwîstî bi hevtêgihiştina netewên Kurd û Tirk heye. Bijî aştî û pêkvejiyana mirovatiyê.”

Artêşa Tirkiyê êrişeke berfireh daye destpêkirin

Ev peyama Edhem Barzanî di demekê de ye ku Artêşa Tirkiyê roja 23ê Nîsana borî bi hinceta hebûna gerîlayên PKKê operasyoneke berfireh li nav sînorên Başûrê Kurdistanê daye destpêkirin û bi tundî herêmên sînorî bombebaran û topbaran dike û hejmara xalên xwe yên serbazî zêde dike.

Heta niha ji ber bombebaranên Tirkiyê gundên Kêste, Çelka Krîstiyanan, Edinê , Dêşîş û Serero hatine valakirin û herwiha metirsî li ser gundê Ure jî heye û her ku diçe metirsiya li ser gundên din ên avedankirî ji ber operasyon û bombebaranên Tirkiyê zêdetir dibe.

 “Tirkiye daristanên Başûrê Kurdistanê dibire”

Jibilî şewata li daristanên Başûrê Kurdistanê ji ber topbaran û bombebaranan, Serokê Encûmena Parêzgeha Duhokê ji Rûdawê re ragihand ku Tirkiye çend sal in li gel hinek kompanyayan rêkeftiye ji bo daristanên navçeyên şer bibirin bi hinceta ku “bûne stargehên gerîlayên PKKê.”

Serokê Lijneya Pêşmerge li Parlamentoya Kurdistanê Rêving Hirûrî, berî niha ji Rûdawê re ragihandibû, “Ew cihên ku leşkerên Tirkiyê lê bicih dibin, bi leşkerên Tirkiyê re cehş û çeteyên ku hatine heremê daran dibirin û bi rêya kompanyeyan dibin Tirkiyê û sirûşta gundan tê jinavbirin.”

Berdevkê Desteya Jîngehê ya Herêma Kurdistanê jî ji Rûdawê re radigihdibû ku di heyama 10 salan de zêdetir ji milyonek donim erdê Başûrê Kurdistanê hatiye şewitandin û amaje bi wê jî kir, tenê sala 2020, ji %35ê bûyerên şewatê ji ber bombebarankirina navçeyên sînorî bû ji aliyê welatên cîran ve.

“Tirkiye sirûşta Kurdistanê talan dike”

Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPGê ku baskê çekdarî yê PKKê ye ragihandibû, “Dewleta Tirk a mêtinger li gel hewldanên xwe yên dagirkeriyê, bênavber bombardûmanê li erdnîgariya Kurdistanê dike û hem daristanan dişewitîne, hem jî daran dibire.”

HPGê dibêje, “Dewleta Tirk a dagirker ku li dijî gelê Kurd sûcê qirkirinê dike, di heman demê de bi talankirina xwezaya Kurdistanê sûcekî mezin dike” û bang dike, “Çawa ku ev sûc bêceza nayê hiştin, divê kes nebe şirîkê dewleta Tirk a ji bo talankirina erdnîgariya Kurdistanê.”

 

Rudaw