DÎAKURD, BARZANÎ û Klîkên PDK

Navê Barzanî ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar tînin ku belkî qet haya Barzanî ji kiryarên wan jî tunebe. Ango, navê Barzanî wek nasname û pasaport di bêrîka wan klîk û xizibçîyan de ye û wî navê pîroz ji bo hemû kiryar û berjewendîyên xwe yên qirêj bi kar tînin.

Em Kurd ecêb in. Siyasetmedar û rêvebirên me ji me ecêbtir in. Û tew dezgeh û partîyên me ji herkesî ecêbtir in. Heta îro ji xirabkirin û têkbirinê pê ve tu tiştekî baş ji destê me nehatiye û nayê. Ji destê me bê jî, wê klîk û hizibçîyên di nava partîyên me de rê nedin.

Klîk û hizibçîtî hema bêjin di nav her partî û di nav her hikûmet û desthilatdarên welatên dinyayê de heye. Bêguman, wê ev nexweşî di nava me Kurdan de jî hebe û mixabin ji roja roj de jî heye. Têkçûn, belavbûn û parçebûna hêz û partîyên her çar parçeyên Kurdistanê bi destê klîk û xizibçîyan çêbûye û hê jî çêdibin. Ji ber vê jî, hêz û partîyên me bi ser neketine, di nîvê rê de terpilî ne û ji parçebûn û şikestinê xilas nebûne.

Li Kurdistanê yek ji partîyên ku herî zêde klîk û hizibçî tê de hene û rolek xirab di nava wê partîyê de dilîzin, mixabin PDK ye. Ango PDK a Başûr e. PDK a ku me jiyana xwe di ber de heba û feda kir, hema bêjin ji bûyera herdu Seîdan û bi vir de bi klîk û hizibçîyan tê birêvebirin. Û cihî mixabinî û dilêşîyê ye ku ew klîk û xizibçîyên heyî jî tev li ser navê Serok Barzanî wan kiryarên kirêt dikin. Navê Barzanî ji bo berjewendîyên xwe yên şexsî û malbatî bi kar tînin ku belkî qet haya Barzanî ji kiryarên wan jî tunebe. Ango, navê Barzanî wek nasname û pasaport di bêrîka wan klîk û xizibçîyan de ye û wî navê pîroz ji bo hemû kiryar û berjewendîyên xwe yên qirêj bi kar tînin.

Ev klîkên ku di nav PDKê de lotikên azad û bê hesab davêjin der û dorê, li Bakur, Rojava û Rojhilat destên xwe xistin nav her partî û dezgehê û ew ji çap xistin, ji hev parçe û tar û mar kirin.  Her klîkê di nav partîyên parçeyên din de ji xwe re klîkên nû çêkirin û nehiştin partîyên Kurd yekparçe û serbixwe bimînin. Bi taybet li Bakurê Kurdistanê ev yek pir eşkere bû û bû sedema sê-çar parçebûna PDK Bakur. Klîkên ku di nava PDK Başûr de ne, PDK Bakur di ber berjewendiyên xwe yên parçeyî û partîtîyê de tar û mar kirin.

Ev kiryarên klîktî û xizbîtîyê ne tenê li seranserê Kurdistanê, herweha li Ewrûpayê jî hatin û tên kirin. Klîkên ku li ser navê PDK û Barzanî siyasetek “ antî yekîtî “  û  “ parçekirina Kurdan” dimeşînin, desttêwerdanan di kar û barên Kurdên Ewrûpayê de jî dikin, dixwazin li ser navê Barzanî destkeftîyên Kurdên Ewrûpayê jî têk bibin û beravêtî bikin. Li şûna ku destkeftîyên heyî hem maddî hem manewî biparêzin û xurttir bikin, dixwazin kar û xebata dehê salan xirab bikin û bi projeyên nû li ser ked û xwêdana Kurdên Ewrûpayê biçêrin.

Ev lotik dişibin çi hûn zanin? Dişibin lotikên PKK. PKK jî bi heman siyaset û kiryaran helwestek wek a klîkên nava PDK datîne, destkeftîyên ku bi xebata salan hatine bidestxistin têk dibe û bi navê siyaset û projeyên nû her serê çend salan dîsa ji serî de dest pê dike. Û ev yek jî bêguman xizmeta Kurdan û berjewendîyên Kurdan nake, rûn li ser nanê dagîrkeran dike û bi taybet jî xizmetê ji berjewendîyên dewleta Tirk re dike. Di vir de bike neke pirsa “ gelo klîkên nava PDK Başûr xizmeta dewleta Tirk dikin ku ewqasî desttêwerdanan di nav partîyên Kurd û Kurdên Ewrûpayê de dikin “ tîne hişê meriv.

DÎAKURD ji xwe hebû, çima NAVENDA REVENDA KURD!?

DÎAKURD ango Dîaspora Kurd di sala 2018an de bi beşdarîya heft federasyonên Kurd hat damezirandin. DÎAKURDê Konferansên xwe li Stockholm, Moskova, Bruksel, Bonn û Kopenhagenê li dar xist û dest bi xebata xwe kir. DÎAKURD li ser navê klîkek ji nava PDK Başûr û bi îcazeta PDK û Barzanîyan hatibû avakirin. Piştî sê salan, îcar klîkek din dîsa bi îcazeta PDK û Barzanî tê û DÎAKURD ê têk dibe û bi îcazeta PDK û Barzanî îcar Navenda Revenda Kurd ava dike. Yanî, klîkek ji PDK Başûr gilîyê klîka ku DÎAKURDê dadimezirîne dike û klîka din jî tê û DÎAKURDê fesix dike û li şûna wê Navenda Revenda Kurd ava dike. Û bi îcazeta kê? Dîsa bi îcazeta PDK û li ser navê Barzanî.

Baş e, gelo Navenda Revenda Kurd dixwaze ji DÎAKURDê zêdetir û tiştên cudatir bike? Na. Heman xebat dane pêşîya xwe. Madem heman xebat û heman proje ne, çima hûn destkeftîyên heyî fesix dikin, keda Kurdên Ewrûpayê binpê dikin, nas nakin, rêzê ji wan re nagrin û li ser keda wan dixwazin ji xwe re par û payedarîyê derêxin?  Çima û ji bo çi? Heger bi rastî ne ji bo berjewendî û şerê klîkên nava PDK be, ev çi sosret û qebhet e? Çima ne berî pênc yan deh salan, lê çima niha?  Desttêwerdanên ku li Swêd, Norwêç û welatên din çêbûn, ji bo çi û kîjan armancê bûn? Îro li seranserê Ewrûpa, Îskandînavya û Rûsyayê bi dehan federasyonên Kurd ên ku çalak in û kar û xebatên pîroz dikin hene. Çima hûn wan fesix dikin û li ser ked û xebata wan dezgehek nû ava dikin? Heger ev ne fen e, ev çi dar û ben e kaka?

Hesab bikin û piçekî bifikirin. Klîkek ji nava PDK û li ser navê Barzanî DÎAKURDê ava dike. Klîkek din ji nava PDK gilîyê klîka din dike, klîka nû alîgirên xwe dixe şûna alîgirên klîka kevn, desttêwerdanan di nava federasyonan de dike, wan ji hev de dixe, îcar dîsa bi îcazeta PDK û Barzanî federasyonên heyî û xebata dehê salan fesix dike û bi pêşengîya alîgirên xwe Navenda Revenda Kurd ava dike.

Ev bû çi hûn zanin?

Bû henekpêkirin!

 


 

Nûrî Çelîk

26.11.2020

 


 

Nivîsêndi : Partîyên Bakur çima bûne berdevk û parêzerên Başûr?