Çima ne yek PDK Bakur?

Esasen tiştên go meriv li ser her sê PDK Bakuran binivîse pir in. Xêrên wan kêm, lê gunehên wan zêde ne. Bi parçebûn û berberîya mavxweyî meydan vala hiştin, moralê Kurdên Bakur şikandin, hêvîyên wan vemirandin, hem rûn li ser nanê PKK kirin û hem bûn sedemek mezin ku PDK û Rêbaza Barzanî li Bakur darbeyek mezin bixwe û bixitime. Bûn sebeb ku ruhê Seîd Elçî û Faîk Bûcak di gorê de bijenin. Lê mijara me ne sûc û gunehên PDK yên Bakur, lê xêra wan e. Ne parçebûn û berberî, lê yekbûn û tifaqa wan e.

Mezinên me ji berê de gotine “ meriv ji nîvê rê jî vegere kar e “.  Gava meriv dît ku ji parçebûn û berberîyê tiştek dernakeve, meriv li kirinên xwe poşman dibe û ji nîvê rê vedigere da ku ziyanek mezintir nede partîya xwe, heval û alîgirên xwe, berjewendîyên millet û welatê xwe. Heger meriv birastî û ji dil Kurdayetîyê bike û dilşewatê doza millet û welatê xwe be, meriv kumê xwe datîne ber xwe, pêl berjewendîyên xwe yên şexsî, partîtî û malbatî dike û ji bo pêşketin û serketina xebata Kurdayetîyê her fedakarîyê dike. Wek mesela ku dibêjin “ heger ne fen be ev çi dar û ben e? “.

Birastî gelek caran meriv difikire û dibêje; “ heke birastî mesele doza Kurd û Kurdistanê ye û ne doza berjewendîyên şexsî, partîtî û malbatî ye, ev çi parçebûn e, çi 3-4 serîtî ye, çi 3-4 PDK Bakur in? Heke birastî mesele Rêbaza Barzanî û azadîya Kurd û Kurdistanê ye, çima 3-4 PDK Bakur hene û ev partî yan jî platformên ku ji heman bingehê ne, çima nabin yek?

Kadro û xebatkarên van partîyên ku heta berî çend salan jî di bin sîwana heman PDK Bakur de bûn, çima nikarin dîsa li hev bibanin, bên cem hev û wek berê di bin yek sîwanê de bixebitin?

Em tev zanin ku mesele ne pirsgirêkên îdeolojîk in. Mesele nakokî û pirsgirêkên şexsî ne, berjewendî û doza desthilatdarî û serwerîyê ye. Mesele ne xurtkirin û serketina xebata Bakur, qelskirina Bakur û Başûr e. Mesele ne piştgirî û xurtkirina PDK Başûr û Barzanîyan, lê bargiranî û lawazkirina Barzanîyan e. Mesele ne xurtkirina Rêbaza Barzanî, lê qelskirina wê rêbazê ye. Parçebûna PDK Bakur nîşanên vê yekê ne.

Îro rewşa Başûrê Kurdistanê û Barzanîyan eşkere ye. Hawîrdorê wan ji alî çeqel û keftaran ve hatiye dorpêçkirin. Xêrnexwazên Kurdistanê hewl didin ku destkeftîyên Başûr têk bibin û PDK û Barzanîyan ji çap bixin da ku di pêşerojê de Kurdistan serbixwe nebe.

Serkêşê xêrnexwazan jî helbet rejîma Tirkîyê û taşeronên wê ne. PDK yên Bakur vê yekê ji min û we baştir dizanin û dibînin. Xala herî girîng a sivikkirin û berterefkirina êrîşên li ser PDK û Barzanîyan xurtkirina xebata Kurdayetîya li Bakur e.

Heger li Bakur xebat û tekoşîn bê xurtkirin û wek berê hestên netewî bê geşkirin, wê barê Hikûmeta Başûr û êrîşên li ser PDK û Barzanîyan jî bên sivikkirin. Ev rastîyek e. Madem em û PDK yên Bakur vê rastîyê dizanin, çima sûc û gunehên xwe zêdetir dikin û nabin yek?

Çima dest nadin hev û li Bakur alternatîfek netewî û xurt pêk naynin?

Ma Rêbaza Barzanî yekîtî û yekrêzîya milletê Kurd e, yan parçebûn û parçekirin e?

Heger parçebûn û parçekirin be, ji xwe PDK yên Bakur kar û erka xwe bi cîh tînin. Na heger yekîtî û yekrêzî be, divê rojek berî rojekê dev ji nakokî, pirsgirêk û berjewendîyên şexsî û meqamî berdin û hewl bidin ku di demek nêzîk de dest bidin hev, di kongreyek giştî de nakokîyên heyî çareser bikin, rexne li xwe bigrin, kêmasîyên xwe berteref bikin û rûpelekî nû vekin.

Em xwe û hev nexapînin. PKK çiqasî sûcdar be, partîyên Bakur û bi taybet jî PDK yên Bakur ewqasî şirîkê sûcê PKK ne. Meydan vala hiştine û Kurdên Bakur avêtine himbêza xêrnexwazan.

Bingeha Rêbaza Barzanî li Bakur xurt lê mixabin bêxwedî û bê sermiyan e.

Heke PDK yên Bakur bibin yek wê karibin sermiyantîyê ji wê rêbazê re bikin û piştgirîya herî bidin PDK û Barzanîyan. Wê xêra herî mezin ji Başûrê Kurdistanê re bikin. Na heger nebin yek, wê gunehên wan ji xêra wan mezintir û girantir be.

Bi kurt û Kurmancî; heger PDK Bakur bixwaze li Bakur bibe hêz û alternatîfek netewî pêk bîne, divê bibe yek.

Heke PDK Bakur bixwaze ji PDK û Barzanîyan re bibe hêz û barê wan siviktir bike, divê bibe yek.

Heke PDK Bakur bixwaze li Bakur xwe wek sermiyan û serwerê Rêbaza Barzanî bibîne, divê bibe yek.

Heke PDK Bakur bixwaze li Bakur biserkeve, divê bibe yek û ji siyaseta bi wesayet û îcazet azad bibe.

Û divê PDK Bakur ji bîr neke:

Destê bi tenê deng jê nayê!

 


Nuri Çelik

06.01.2021


Nivîsêndi : Banga PAKê û Helwesta Siyasetmedarên Kurd