Banga PAKê û Helwesta Siyasetmedarên Kurd

Di rojeva Kurdên Bakurê Kurdistan de banga serokê giştî yê PAKê birêz Mistefa Özçelîk tê nîqaşkirin. 

Ozçelîk, bang li Serok Mesûd Barzanî, Serokê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî, Serokwezîr Mesrûr Barzanî û Serokê Parlamentoya Kurdistanê kiriye ku bangekê li temamê partîyên Kurd û kesayetên Kurdistanî (PKK ne tê de) bikin da ku civîn yan konferansekê pêk bînin, di vê civînê de pirsgirêk û nakokîyên bi PKK re bên nîqaşkirin û helwestek hevbeş bê girtin. 

Banga birêz Ozçelîk di nav siyasetmedarên Kurd de tê nîqaşkirin, hinek li gel û hinek li dij dîtinên xwe tînin ser zimên. Hinek dixwazin PKK jî tev li vê civînê bê kirin, hinek jî li dij in û dixwazin bêyî beşdarbûna PKK ev civîn yan konferans bê lidarxistin. Alîyên ku dixwazin PKK beşdarî civînê bibe ( ez jî di nav de) di wê bawerîyê de ne, ku madem pirsgirêk PKK ye, wê beşdarîya PKK çêtir be, di civînê de hem emê karibin li PKK guhdarî bikin û hem jî emê derfetê bibînin ku rû bi rû rexneyên xwe li PKK bikin, pêşniyazên xwe pêşkêşî wê û beşdarên civînê bikin. Alîyê ku li dij beşdarîya PKK ne tînin ser zimên ku beşdarîya PKK wê tu xêr û fêdeyê nede kesî, heger xêr û fêde dabûya wê ji serî de PKK serwerî û desthilatdarîya Hikûmeta Kurdistanê nas bikira û evqas tevlihevî nedikirin. 

Bêguman, tu Kurdê welatperwer û dilsoz ne alîgirê şerê brakujî û navxweyî ye. Rewşa Başûrê Kurdistanê li ber çavan e. Destkeftîyên Başûr û Hikûmeta Kurdistanê di çavê neyar û xêrnexwazan de bûne strî û kelem û dewletên dagîrker pir aciz dike. Pêşketin û destkeftinên Başûrê Kurdistanê ji bo serxwebûn û pêşeroja Kurdistanê gavên girîng in û ev gav bike neke bandora xwe li her çar parçeyên Kurdistanê jî dike. Sedema herî mezin ev tirs e. Tirsa ku dagîrker û dergevanên wan dibizdîne nêzîkbûn û yekîtîya Kurdan e, destkeftinên Başûr û Rojava ne û tirsa cudabûn û serxwebûna Kurdistanê ye. Ji ber van sedeman, çar alîyên Hikûmeta Kurdistanê û bi taybet jî PDK û Barzanîyan bi dijmin û neyaran ve hatine dorpêçkirin û di vê dema zîz û hesas de derketina şerekî navxweyî tê wateya mirin û têkçûna Kurdan, tê wateya têkçûna destkeftin û berjewendîyên netewî. Di vê rewş û dema zîz û hesas de divê her Kurdê netewperwer û dilsozên Kurdistanê xwe ji şerê navxweyî dûr bigrin, heta ji wan bê bi rêyên dostanî û dîplomasî nêzîkî hev bibin û pirsgirêkên heyî çareser bikin. 

Her çiqasî em siyaset û armanca PKK baş dizanin û nas dikin jî, divê em mecal û derfeta têkbirina destkeftîyên Başûr û Rojavayê Kurdistanê nexin destê wê û ji bo destkeftinên Başûr û RojavayêKurdistanê bên paraztin divê li rê û çareserîyên dîplomatîk bigerin. Em bixwazin yan nexwazin, qebûl bikin yan nekin, piştî PDK û YNK, PKK îro li Başûr bûye desthilatdarê sêyemîn û beşek ji Başûr kontrol dike. Baş yan xerab, rast yan derew, PKK xwe li Başûr ne wek “mêvan“ lê wek “xwedîyê malê“ dibîne û dihesibîne. Vê yekê di medya xwe de rasterast dibêje. PKK a ku li Bakur têk çûye yan jî terka Bakur kiriye, bi piştgirîya Enqere,Tehran, Bexda û Şamê li Başûr bûye hêzek û beşek ji desthilatdarîyê. Başûrîyên ku ji bo çareserîyê pir dereng mane û di vê dertbarê de siyasetek şaş û derengmayî meşandin, (bi taybet PDK) mala xwe bi destê xwe xirab kirin û PKK kirin bela serê xwe. Diviyabû bi taybet PDK û Hikûmeta Kurdistanê ji zû de bangewazîyek giştî li partî, dezgeh û kesayetên Kurdistanî bikira û li rêyên çareserîyê bigerîya. Di her halûkarê de (bi derengî jî be) bangewazîya birêz Ozçelîk di cihê xwe de ye û pêwistî bi civîn yan jî konferansek giştî û berfireh heye. 

Li vir ez dixwazin balê bikşînim ser xalek din, belkî jî xalek girîngtir. Bi ya min, tiştê ku li Başûr rê ji bihêzbûn û pirsgirêkên PKK re vedike tunebûna “yek desthilatdarî, yek herêm, yek artêş, yek polîs û yek asayîşê “ ye. Li cihê ku alozî û bêserûberî hebe, bê guman wê pirsgirêk jî dest pê bikin. Divê di banga serokê PAKê de bihata gotin ku “ yek ji erk û wezîfa vê civîna berfireh jî banga yekkirina desthilatdarîyê, herêmê, artêş û asayîşê ye “.Di vê civîna berfireh de ( heger pêk bê ) 

divê beşdar ji xwe re wek erkek netewî bibînin û bi taybet bang li PDK û YNK bikin ku pirsgirêkên navxweyî çareser bikin, yekrêzîya xwe pêk bînin û derfetên provokasyonan ji destên xêrnexwazan derxin.

Hêvîdarim ev bang bandora xwe nîşan bide, civînek giştî û berfireh bê lidarxistin û ev civîn bi bîr û bahwerîyek netewî, bi sekn û manîfestoya Serok Barzanî erka xwe bîne cîh.

 


Nuri Çelik

25.12.2020


Nivîsêndi : Qeyranên Başûr, yek serwerî, sê desthilatdarî