Nexweşiya bê derman

Di siyasetê de gelek caran mirov behsa kesayetê dike û role kesayetan di siyasetê de dinirxîne. Mixabin li Kurdistanê insan ji kesayetê behtir li gora postên ku wergirtinê têne nirxandin. Herweha  hinek post ji bo hinek kesa bûye wek mertalê parastina şexsî wî/wê.

Insan hene ku tu ehtubara wan di civakê de tuneye û xelk baweriyê li wan nayne  û ne cihê sîqetê ne. Lê dema ew kes dikeve di nava siyasetekî de yan jî postekî werdigire di cih de helwesta civatê li himber wî tê guhertin. Ew hêdî dibe kesek ku şeklî bê jî xwedî îtibar. Gelek kes ji bo postê ku wergirtî qîmet dibîne û di civatê de hesabek din ji tê kirin.

Ev insane ku kesayeta xwe ji postê xwe digire ,ji bo parastina postê ku lêye her tiştekî dike. Armanca wî ne xizmet û kar kirine, armanca yekemîn parastina cihê lê ye. Ji ber ku ew cih dibe sedem ku di civatê de bi awayekî hurmetê dibîne. Ev kesayet xeterin û tehdîta herî mezin li ser civatêne. Tu armanca wan a siyasî tuneye, ne xwedî bîr û baweriyek niştimanperwerin. Lê dema qiset dikin xwe ji her kesekî behtir weltatparêz dide nîşandan . Lê di bingehê xwe de melaqin û ji xwe pêvetir kesekî nafikirin û berjewendiyên kesayetî armanca wan ya bingehe. Her gava xwe li gora vê tavêjin.

Ji aliyek din ve hinek kes hene ku di civatê de xwedî îtibarekîne û bi xwe rabûn û rûniştina xwe , gotin û hereketên xwe li civatê daye qebûl kirin. Dema ew kes di nava aliyek siyasî de cih digre dibe sedemek ku siyasetek serastir dibe. Herweha dema ew kes postekî werdigire dihêlê ku berjewendiyên gelemperî bikeve pêşiya berjewendiyên kesayetî. Ew kes ne melaqin, bîr û baweriyên xwe vekirî dibêjin. Ew bi kesayeta xwe postê ku lêye girîngtir dike.

Dema mirov van herdu cureyên kesayetan dinirxîne, li gora vê jî rastî û çewtiyên siyasetê tê famkirin . Mixabin di roja me de cureyê ku xala yekem de behsê hatî kirin behtirin û ew astenga herî mezin di rêya pêşketina siyasî de ne.  herweha her demî şerê insanên xwedî kesayet yên ku di xala duyem de behsê hatî kirin dikin.

Ji ber ku ewên bê kesayet di jiyana xwe hemûyê de bi kompleks dijîn û nexweşin û di civet de wek mikropekî ne. Yanî bi awayek din nexweşiyek bê dermanin.

Ev cureyên insane di nava hemû aliyên siyasî û dezgehên civakî de hene. Gerek  nirxandina van kesan baş bê kirin û wek mikropek civakî ji siyaset ji wan bê pakij kirin. Heta ew bê kesayet û xwedî kompleks xwedî postên girînbin, di siyasetê de xwedî biryar bin pêşketin gelekî zehmete. Lê her gava ji van mirovên durû eşkere bike û wan ji cihên pêwist dûr bêxe dê bibe gava herî girîn di pêşketinê de.

Gelek tişt hene ku mirov dikare bi sedan mînakan bide û behsê bike. Lê armanc ne ewe ku mirov kesekî pîs bike yan jî li ser kesekî tenê bisekine. Tenî dixwazim bêjim ku, tişta  em bikin bila em lê bawerbin. Hewlbidin ku civatê ji vê Nexweşiya kesayetî biparêzin , da ku siyaset jî pakijtir bibe.

 

Dara Bilek

06.08.2019