Li Bakur, Kurdî di bin metirsiyek mezin de ye

Yekane armanca şoreş, serhildan û berxwedanên Kurdan, parastina ziman, şaristaniyet û rûmeta Kurdan bû. Eger heya niha şoreş bi dawî jî bû bin, divê hemû takên Kurd li her çar parçeyên Kurdistanê dirêjî bi armancên şoreşê bidin.

Eger serdemên berê bi navê şoreşên çekdarî be, niha em şoreşa xwe bikin şoreşên sepandina ziman, çand û rûmetê. Nabe em bi ti şêweyî dest ji Zimanê Kurdî berdin. Em bi hewl û keda xwe hemûyan dikarin Zimanê Kurdî bikin zimanek cîhanî û bigihînin asta zimanên cîhanê.

Li Başûrê Kurdistanê bi tevî ku zimanê standard nîne lê bi her du şêwezarên Soranî û Kurmancî kariye Zimanê Kurdî biparêz in û pêş bixin. Raste derfetên li pêş ziman li Başûr cudane gorî parçeyên din. Lê em dibînin li Rojhilatê Kurdistanê bi heman şêwe di bin siyaseta tunekirinê û bişaftinê de Kurdan zimanê xwe parastin e û bi berdewamî pêş dixin. Bi kêmî Kurdên Rojhilat hene Kurdî nizanin. Li Rojavayê Kurdistanê jî ew hewil di astek baş de ye. Kurdên Rojava bi canfedayî karîne zimanê xwe biparêz in. Nehêlane Zimanê Kurdî bikeve bin bandora Zimanê Erebî û xwe fêr dikin. Lê belê rexneya min li Bakurê Kurdistanê ye, mixabin Kurdî di bin metirsiyek mezin de ye û bi kêmî neviyê nû Kurdî Kurdî dizane.

Rasterast Bakurê Kurdistanê rêxweşker bû û siyasetên desthilatê bi berdewamî  kar ji bo nehiştina Zimanê Kurdî û sepandina Tirkî ser Kurdî dikin. Lê divê welatiyên me yên Bakur xwe neçemînin û rê bi sepandina Tirkî bi ser Kurdî nedin. Gorî ewa min Bakurê Kurdistanê naskirî, min serdan kirî û min gel Kurdan axaftî mixabin bikaranîna Kurdî di nava endamên malbat, civak û takên Bakur gelek kêm e. Piraniya Kurdan bi Tirkî diaxavin. Ew di nava rêxistin û partiyên siyasî de  jî reng daye. Daxuyaniyên siyasî, civînên çapemeniyê piranî bi Tirkî ne. Eger armanc raberkirina peyamekê be ji bo hikûmetê asayî ye bi Tirkî û Kurdî daxuyanî û civînên çapemeniyê bikin.

Pêkanîna Platforma Zimanê Kurdî bi tevlîbûna hemû partiyên siyasî yên Bakur pêngavek girîng û dilxweşker e. Vegera hêvî û zindîkirina Zimanê Kurdî pêwîstiyeke û divê Platforma Zimanê Kurdî kar bike û rolek mezin bileyîze di hişyarkirina malbat û takên civakê de. Ji bo hemû aliyan pal bide bi Zimanê Kurdî bixwînin, Kurdî fêr zarokan bikin û bi Tirkî bi zarokan re axavin. Her wiha piraniya rêxistin û sazî Kurdî bikarbînin. Da ku ew jî civakê pal bidin ji bo axaftina bi Kurdî.

Rastiyeke û  cihê mixabiniyê ye, li Bakurê Kurdistanê Zimanê Kurdî di bin gefê de ye û li ber tunebûnê ye. Ne zarok, gelek ji kesên mezin, karbidest û berpirs jî hene niha Kurdî nizanin. Beşek ji wan şerm dikin bi Kurdî baxivin jî. Eve tawanek mezin e. Di heman demê de rêxweşkere em bi destê xwe Zimanê Kurdî  qir bikin û tune bikin. Eger karê ciddî neyê kirin û li Bakur Kurdî zindî nekîn eve tawanek mezin ê netewî ye wê demê dîrok û neviyê me yê bê li me naborî. Pêwîstiya Bakurê Kurdistanê bi şoreşek a Zimanê Kurdî heye. Ji wî milî ve jî pêwîst e em hemû bi Kurdî bijîn, bi Kurdî baxivin û Zimanê Kurdî bixîn nava hemû aliyên jiyana takên Kurd da ew jî reng bide nava civak, partî û saziyan. Divê hişyariya ligel takên Bakur çêbikîn, eger yek Kurdî nezane, şermê ji xwe bike. Em dikarîn bi vî şêweyî bibin parêzerê ziman, rûmet, çand, netew û welatê xwe.

 

Beşar Ezîz

13.12.2018