ÇÎROKA KAPIKÛLÛYEKÎ -2-

Her çiqas di nav qewman de, mirovên xwedî bawerî û îdeolojiyên cuda hebin jî; helbet dikarin li dor nirxên hevpar bicivin û werin ba hev…

Mirovan ji destpêka dîrokê ve, her tim dilê xwe pijandine taybetmendiyên wekî; zanîn, hêz û wêrektiya zêdetir û serî li ber wan têgehan tewandine.

Bi vî awayî ‘derûniya xwekêmdîtinê’ ketiye nav DNAya wan qewman û di encama hizra ku xwe bidin qebûlkirin de jî rewşa wan veguherîye ‘xwepêbaşkirin’ a ji aliyên din re. 

Tam jî li vir qewmên ku xwestine, xwe ji vê rewşê rizgar bikin;  ji bo ku xwe wek kesên girîng û taybet nîşan bidin ketine nav hewldana ‘xwepêşîrînkirinê’ û qîmeteke zêde dane kesên ne jixwe.

Yek ji mijara em balê bikişînin ser ew e ku ji bo ‘xesandiyên hizrî’ ji bilî tiştên me li jor nivîsandine, peywirên wanî girîng ên din jî hene.

Ew jî parçekirina qewman û çandina tovê neyartî û nefretê di nav wan de ye, da ku îhtimala yekîtiya navbera wan ji holê bê rakirin. 

Hofter: “Hesta xwekêmdîtinê ya mirovan ‘çavsoriya neheqî û herî xedar diafirîne’; lewra ew kesê xwe sûcdar û biqisûr dibîne û xwe pê qanih dike, nefreta herî kujende pê re çêdibe.”

Dibêje û wiha pê de diçe: "Parçekirineke bi bandor, dikare bi rêya civakên di navbera wan de, guman û hevrikiyên nijadî hene, yan jî bi zêdekirina civakên îqtisadî û olî pêk were.”

Bi van gotinên xwe jî dibe ku Hofter sedem û çawaniya ‘travmaya xwekêmdîtinê’ dida ber van deshilatdariyên heyî…

Heger Hofter di van gotinên xwe de mafdar be û qewm di nava xwe de parçe bûbin û ketibin hevrikiyekê, di vê rewşê de nirxên ziman û çanda wî qewmî, li paş vê hevrikiyê dimînin.

Ji ber ku tenê armanceke wan heye, ti girîngiyek bo van nirxan nayê dayîn. Ya girîng tenê serketina li hember hevrikê xwe ye…

Di her qewmekî de, mirovên xwedî bawerî û îdeolojiyên cuda hene; ev cudabûn nabe sedema kîndarî û neyartiyê di nava wan de, lê çima di nava hin qewman de dibe sedema dijminatiyê.

Her çiqas di nav qewmên xwedî bawerî û îdeololojiyên cuda hembêz dikin de, ev nabe sedema dijminatiyê jî di nav hinek qewman de ev cudahî û pircûreyî wekî pirsgirêk tê dîtin.

Gelo ji bo çi ev rewş di nav hin qewman de wek dewlemendî tê dîtin û di nav hin qewmên din de jî dibe sedema bêtehemuliyê? 

Her ku di nav van qewman de, mirovên xwedî bawerî û îdeolojiyên cuda hebin jî; helbet dikarin li dor nirxên hevpar bicivin û werin ba hev…

Gelo ya rast kî dike?

Yên ku li dora nirxên hevpar dicivin û cudahiyên xwe wekî dewlemendî dibînin û xwedî li wan derdikevin?

Yan jî yên xwedî zihiniyeta nexweş ku ji bo îdeolojiya xwe serdest bikin, hewla jiholêrakirina cudahiyên xwe didin û dikarin heta xwîna deh hezaran birayên xwe yên ji qewmê xwe birijînin?