NASAyê gerstêreke ku nîşaneyên jiyanê lê hene keşif kir

NASAyê gerstêreke ku nîşaneyên jiyanê lê hene keşif kir

PeyamaKurd – Ajansa Netewî ya Hewayî û Fezayê ya Amerîkayê (NASA) bi rêya Teleskoba Hubble a Fezayê, dûrî dinyayê bi 97 salên ronîyê gerstêreke piçûk û germ li derveyî atmosferê keşif kir ku tê de molekulên avê hatin tespîtkirin.

Gerstêra ku wek GJ 9827d hatiye binavkirin, bi qasî du qatan ji rûbera dinyayê mezintir e û yekem gerstêra ku li derveyî atmosferê buhara avê tê de hatiye tespîtkirin e.

Li gorî ragihandina tîma lêkolîner a NASAyê, gerstêra ku Teleskoba Hubble tespît kiriye, ji hêla hidrojenê ve dewlemend dixuyê, lê lêkolîner hîn nikarin piştrast bikin bê çiqas av û buhara avê di atmosfera wê gerstêrkê de heye.