Metayê malpera çêkirina wêneyên aqilê çêkirî vekir

Metayê malpera çêkirina wêneyên aqilê çêkirî vekir

PeyamaKurd – Platforma Meta ku torên Facebook, Watshapp û Instagramê jî li xwe digire, pêngaveke nû derbarê aqilê çêkirî de avêt.

Kompaniya Metayê ragihand ku malpera bi navê "imagine.meta.com" li ser platforma Metayê hatiye zêdekirin ku bi aqilê çêkirî wêneyan çêdike.

Kompaniya Metayê, taybetiya nû ya platformê bi dirûşma "Imagine with Meta (Bi Metayê xeyal bikin)" ragihand ku niha li Amerîkayê tê bikaranîn û demên pêş ew taybetmendî li tevahiya platforê tê zêdekirin.