Li nêzî Jupîterê şopên jiyanê hatin dîtin: Av û metan…

Li nêzî Jupîterê şopên jiyanê hatin dîtin: Av û metan…

PeyamaKurd - Teleskopa herî mezin a Fezayê ya James Webb li gerstêrka nêzî Jupîterê av û metan tespît kir û ev weke şopa jiyanê tê nirxandin.

Hate ragihandin ku teleskopa Fezayê ya James Webb, di atmosfera gerstêrkeke mîna Jupîterê de ku nêzî 163 salên roniyê dûr e, gaza metanê û bûhara avê tespît kir.

Zanyar Luis Welbanks a Zanîngeha Eyaleta Arîzona ya Amerîkayê li ser vê keşfê got: “Me li gerstêrka ku li pêşiya stêrkan derbas dibû, cara yekê nîşaneya metanê dît.”

Welbanks da zanîn ku keşfeke wiha encex di 50 salan de, li gerstêrkên Jupîter û Saturnê ku di Pergala Rojê de ne pêk dihat.

Michael Line ji Dibistana Lêkolînên Dinya û Fezayê jî diyar kir: “Me bawer dikir gerstêrkên ku metan lê zêde ye, beriya teleskopa James Webbê dikarin ji aliyê teleskopa fezayê ya Hubble ve tespît bikin.”

Teleskopa James Webb ne tenê li atmosferê metan keşf kiriye, mehên borî di gerstêrkên bi navê K12-18b de jî molekûlek bi vî rengî keşf kiribû. Gerstêrka WASP-80b ku ev keşf lê hatiye kirin weke “Jupîtera germ” tê pênasekirin.

Li gorî zanyaran ev yek dişibe tespîtkirina mûyê porê kesekî ku 14,5 kîlometir ji dûr ve tespît dike.