Jineke Kurd di lîsteya 100 jinên herî bibandor de ye

Jineke Kurd di lîsteya 100 jinên herî bibandor de ye

PeyamaKurd- Di lîsteya BBCyê ya “100 jinên herî bibandor û çavkaniyên îlhamê yên 2023yan” de jineke Kurd a bi navê Basîme Evdirehman jî heye.

BBCyê listeya “100 jinên herî bibandor û çavkaniyên îlhamê yên 2023yan” eşkere kir.

Di lîsteyê de jinên wekî parêzera mafên mirovan Amal Clooney, stêra sînemayê America Ferrera, femînîst Gloria Steinem, First Ladya berê ya Amerîkayê Michelle Obama, xwediya şirketa bedewiyê Huda Kattan, futbolîsta xwediya xelata Ballon d'Orê Aitana Bonmatí û pispora jîriya çêkirî Timnit Gebru hene.

Jina Kurd Basîme Evdirehmanê jî di lîsteya BBCyê de cihê xwe girtiye.

Malbata Besîme ji Bakurê Kurdistanê koçî Bexdayê kiriye û ew di sala 1986an de, li Bexdayê jidayîk bûye..

Basîme ji sala 2006an ve li Başûrê Kurdistanê dijî.

Basîme Evdirehman di sala 2011an de,  ji bo perwerdeya xwe ya endezyariya avahîsaziyê çû Amerîkayê û piştî derçûna xwe, di sala 2015an de dîsa vegeriya Kurdistanê.

Dema ku DAIŞê di sala 2014an de, gelek cihên Îraqê dagir kirin Basîme li Amerîkayê bû lê ew piştî derçûna xwe vegeriya û pêşengiya gelek xebatan kir.

Basîme Evdirehmanê pisporiya xwe ya di warê avahîsaziyê de, ji bo jinûveavakirina bajarên Îraqê yên kavilkirî bi kar anî.

Giringî da qadên kesk û ji bo zêdekirina van qadan “KESK” ava kir.

Basîme Evdirehman di navbera salên 2019 û 2022yan de endama Komîteya Organîzasyonan a Foruma Aboriyê ya Cîhanî bû.

Piştî şerê DAIŞê ji bo erkên wê yên li Îraqê alîkarî da Neteweyên Yekbûyî (NY).

Di warê “teknolojiya kesk” de li seranserê cîhanê tê naskirin û bûye pêşenga gelek xebatan, herwiha tevlî gelek konferansên navneteweyî bûye.

Piştî ku navê wê ket nav lîsteya jinên herî bibandor ên cîhanê , Basîme Evdirehmanê bi rêya hesabê xwe yê Xê serbilindiya xwe anî zimên.