Wezîrê Pêkhateyan: Hewldaneke bihêz a vegerandina kursiyên kotayê heye

Wezîrê Pêkhateyan: Hewldaneke bihêz a vegerandina kursiyên kotayê heye

PeyamaKurd - Wezîrê Herêma Kurdistanê yê Karûbarên Pêkhateyan Aydin Marûf ragihand, niha hewldaneke bihêz ji bo zelalkirina kursiyên pêkhateyan heye ku ji aliyê Dadgeha Federalî ve hatibûn hilweşandin.

Aydin Maruf ji BasNewsê re gotiye: “Vegerandina kursiyên pêkhateyan bo Parlamentoya Kurdistanê girîng e ku pêkhate jî bikarin beşdarî proseya siyasî bibin. Di vî alî de hewldanên birêz Serokê Herêma Kurdistanê û Serokê Hikûmeta Herêma Kurdistanê gelek girîng bûn. Îro hewldaneke bihêz heye ji bo vegerandina 11 kursiyên kota yên pêkhateyan.”

Marûf diyar kir: “Gotinên Serokwezîrê Iraqê Mihemed Şiya Sûdanî girîng bûn ku îro daxwaz kiriye, pêkhate divê beşdarî li proseya siyasî ya Kurdistanê bibin. Ji bo duyem care nameyek ji pêkhateyan ve tê pêşkeş kirin ku di bêbeşkirina pêkhateyan ji kursiyên kota de, berjewendiya ti aliyekî nîne. Ji bo wê jî em li gel wê yekê ne ku kursiyên kota yên pêkhateyan wekî xwe bê vegerandin û wek sîstema berê bêyî ku destwerdan û dabeşkarî lê bê kirin bên vegerandin. Ji ber nemana kursiyên kota, destwerdana kursiyên kota ziyanê digiehîne pêkvejiyanê. Niha Sûdanî û berpirsên Iraqê jî gihîştine wê baweriyê ku ew biryara derbarê kursiyên kota ji aliyê Dadgeha Federal a Iraqê ve hatiye dayîn biryareke siyasî ye.”

Hêjayî gotinê ye, Dadgeha Federal a Iraqê di berjewendiya YNK û komên nêzîkî Îranê de biryar da ku kursiyên kotaya pêkhateyan li Herêma Kurdistanê bên hilweşandin. Piştî wê biryarê PDK û gelek partiyên pêkhatiyan ragihandin ku ew beşdarê hilbijartinên Parlamentoya Kurdistanê nabin heta biryara Dadgeha Federal neyê betalkirin.