Serok Barzanî: Pêwîste hemû alî dersan ji xeletiyan wergirin

Serok Barzanî: Pêwîste hemû alî dersan ji xeletiyan wergirin

PeyamaKurd - Serok Mesûd Barzanî îro 7ê Gulanê pêşwazî li Balyozê Spanyayê li Iraqê Pedro Martinez Avial kir.

Baregeha Serok Barzanî ragihand, Balyozê Spanyayê li Iraqê ji Serok Barzanî re gotiye ku haya wî ji dîrok, têkoşîn û zehmetiyên ku hatine serê gelê Kurdistanê heye, pêzanîna wî bo giyanê berxwedana gelê Kurdistanê heye û geşe û pêşketinên Herêma Kurdistanê bilind nirxand û wek mînakek ji bo deverên din ên Iraqê bi nav kir.

Di civînê de, rewşa siyasî ya Iraqê û pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Federal a Iraqê de hatin gotûbêj kirin û Serok Barzanî têkoşîn û qurbanîdana gelê Kurdistanê ji bo bidestxistina maf û aramiya tevahiya Iraqê bi bîr xist û got, “Pêwîst e hemû alî wane ji dîrok û xeletiyan werbigirin û vegerin ser destûra Iraqê, diyalog û hevtêgihiştinê ku baştirîn rê ji bo çareserkirina pirsgirêkan û bidestxistina aramî û geşepêdana Iraqê ye.”

Herwiha rewşa navxwe ya Herêma Kurdistanê û pêşxistina pêwendiyên di navbera Herêma Kurdistanê û Spanyayê de, hatin gotûbêjkirin.