Serokê Herêmê: Slav li cangoriyên Rojnamegeriya Kurdî

Serokê Herêmê: Slav li cangoriyên Rojnamegeriya Kurdî

PeyamaKurd -Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî bi boneya 126emîn salvegera Roja Rojnamegeriya Kurdî peyamek belav kir û li gel bibîranîna hemû şehîdên qada rojnamegeriya Kurdî vê rojê li hemû kedkar û xebatkarên rojnamegeriya Kurdî pîroz kir.

Nêçîrvan Barzanî di peyama xwe de 26emîn salvegera damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê ku di 100 saliya Rojnameya Kurdistanê de hatibû damezirandin jî pîroz kir û got:

“Bi boneya 126 saliya Roja Rojnamegeriya Kurdî û derxistina yekemîn hejmara Rojnameya Kurdistanê ya rewşenbîr Mîr Miqdad Bedirxan û 26emîn Salvegeriya damezirandina Sendîkaya Rojnamegerên Kurdistanê, bi germî pîrozbahiyê li hemû rojnamegerên Kurdistanê dikim û ji wan re serkeftinê dixwazim.”

Nêçîrvan Barzanî amaje pê kir ku divê karê rojnamegeran bê hêsankirin û wiha dom kir:

“Bi vê boneyê, ez dûpat dikim ku li ser zemîn û jîngehekê hewl didim ku destê rojnamegeran bingehê çavkaniyên zanyariyan û dûrketina ji sînorkirin û sansurê azad bibe.”

Serokê Herêma Kurdistanê diyar kir ku divê ji rojnamegeran re hêsankarî bêne kirin da ku dikaribin rola xwe ya pîşeyî ya di şopandina saziyan û bilindkirina hişyariya gel û durustkirina raya giştî de bileyzin.

Barzanî destnîşan kir ku divê bi heman awayî hêsankarî bên kirin da ku rojnameger di pêvajoya avakirin û pêşxistina demokrasiyê de karekî gring bikin.

“Berjewendiyên bilind ên gel û welat biparêzin”

Nêçîrvan Barzanî diyar kir ku ew her dem piştgiriyê dide rojnamegeran û pê de çû:

“Ez piştgiriya xwe ya temam ji bo rojnamegeran û baweriya xwe ya neguherbar a bi azadiya çapemenî û derbirînê dubare dikim ku wekî prensîba bingehîn a her civakeke demokratîk û azadîxwaz e.

Ez bangî rojnamegeran dikim ku li gorî yasaya rojnamegeriyê û sincên rojnamegeriyê bi rastgoyî û hevsengî tevbigerin; bê alî bin, ji nûçeyên derex û zimanê zivir dûr bikevin. Herwiha aştiya civakî, aramiya siyasî û berjewendiyên bilind ên gel û welat biparêzin.”

“Silav ji bo bîranîna rojnamegerên şehîd”

Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî di berdewamiya peyama xwe de got: “Di heman demê de, em ji bo şopandina rewşa azadiya rojnamegerî û ragihandinê ya li Herêma Kurdistanê rola rêxistinên navxweyî û navneteweyî jî bilind dinirxînin. Em dubare dikin ku divê li Kurdistanê aliyên pêwendîdar li gorî yasaya rojnamegeriyê tevbigerin.

Slav ji bo bîranîna rojnamegerên şehîd û wan rojnamegerên pêşeng ên ku di serdema şoreş û azadiyê de canê xwe ji bo gihandina rastiyê û pêşxistina rojnamegeriya Kurdistanê cangorî bûne.”