PKK: 2 endamên me li Garê jiyana xwe ji dest dan

PKK: 2 endamên me li Garê jiyana xwe ji dest dan

PeyamaKurd – PKKê ragihand ku Sîbel Denîz bi kodnavê Ararat Herekol û Gulê Hiso bi kodnavê Zîn Zagros 1ê Nîsanê li Garê jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniya nivîskî ya baskê leşkerî yê HPGê de hat ragihandin ku di 1ê Nîsana 2024an de li herêma Garê ya Herêma Kurdistanê 2 endamên rêxistina bi navê kod "Ararat Herekol" û "Zîn Zagros" jiyana xwe ji dest dane.

Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Sîbel Denîz bi navê kod “Ararat Herekol” li Wanê Ercîşê ji dayik bûye û di sala 2014an de tevlî rêxistinê bûye û Gulê Hiso jî bi navê kod “Zîn Zagros” li Kobanî ji dayik bûye.

Hat diyarkirin ku her du endamên rêxistinê di "êrîşa dijmin" de jiyana xwe ji dest dane, lê derbarê agahiyên wan de agahî nehat dayîn.