Partiya DEMê ji Yerlîkaya re: Kesên ku dixwazin ji van îdîayên bêbingeh bawer bikin jî hene

Partiya DEMê ji Yerlîkaya re: Kesên ku dixwazin ji van îdîayên bêbingeh bawer bikin jî hene

PeyamaKurd – Berdevka DEMê Ayşegul Dogan bertek nîşanî tayînkirina mufetîşên Şaredariya Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Mêrdînê ji aliyê Wezîrê Karên Hundir ê Tirk Alî Yerlîkaya ve da û got, "Em tewsiye dikin ku çavkaniyên gel bi hewldanên pûç îsraf nekin."

Dogan bertek nîşanî Yerlîkaya da û diyar kir ku di civîna meclîsa Şaredariyên Bajarê Mezin a Diyarbekirê û Mêrdînê de ji bo îdiayên "Sirûda Netewî nehatiye xwendin" û "ala Tirkiyeyê hatiye rakirin" mufetîş hatiye wezîfedarkirin.

Dogan li ser parvekirina Alî Yerlîkaya ya li ser hesabê xwe yê medyaya civakî nirxand û got, “Em dizanin ku tevî daxuyaniyên Hevşaredarên Bajarê Mezin ê Diyarbekirê û Mêrdînê kesên ku dixwazin ji van îdîayên bêbingeh bawer bikin jî hene. Em pêşniyar dikin ku hûn çavkaniyên gelemperî li ser hewildanên pûç winda nekin. Gelo hûn ê heman çavkaniyan/derfetan seferber bikin da ku gendeliya pêbawer û deynên ku wan li dû xwe hiştine lêkolîn bikin?"