Li Urfayê li dijî avahiya DEM Partiyê hêrişa çekdarî

Li Urfayê li dijî avahiya DEM Partiyê hêrişa çekdarî

PeyamaKurd – Li Urfayê li dijî avahiya DEM Partiyê hêrişeke çekdarî pêk hat.

Şeva borî, di demjimêr 03:30an de li navçeya Bîrecîk a Urfayê, li dijî avahiya Partiya Wekheviya Gelan û Demokrasiyê (DEM Partî) hêrişeke çekdarî pêk hat.

Li gorî nûçeya Rojnameya Yenî Yaşamê , di derengiya şevê de, li dijî avahiya navçeyê ya li ser Kolana Abdulkadîr Erdil a Taxa Meydanê pêk hat.

Heta niha nasnameya hêrişkar an jî hêrişkaran nehate diyarkirin.

Hate ragihandin ku li avahiya DEM Partiyê ya navçeyê ziyana aborî rû daye.

Îstifakirina şaredarê Bîrecîkê

Mehmet Begît ku di Hilbijartinên Herêmî yên 31ê Adara 2024an de ji DEM Partiyê wekî Hevşaredarê Bîrecîkê hatibû hilbijartin, tevî 4 endamên Encumena Şaredariyê, di 29ê Avrêlê de ji partiyê îstifa kiribû.

Begît biryara xwe ya îstifayê ya ku mehek piştî hilbijartinê da bû, bi hincetên wekî "Di serdema piştî hilbijartinê de li ser rêveberiyê destên derve zextan kirine" nirxand. 

DEM Partiyê jî di derbarê mijara îstifakirina Begît a di 1ê Gulanê de daxuyaniyek da û got ku "Mehmet Begîtê ku vîna gel kir mijara bazarê, wê di hişmendiya bajêr de bi şermezarî bê bibîranîn."

Rêxistina Navçeya Bîrecîkê ya DEM Partiyê jî di 3yê Gulanê de daxuyaniyek da û ragihand ku Begît piştî hilbijartinê bertîl daye hin endamên Encumena Şaredariyê û bang li Begît kiribû ku "îstifa bike".

Hin welatiyên DEM Partiyî ku duh li navçeyê çalakiya rûniştinê li dar xistin, Begît şermezar kirin û gotin: "Ji desteserkirina vîna gel re na, îstifa bike û Em destûrê nadin diz û xiyanetkaran."