Li Elezîzê erdhejek tirsnak çêbû!
PeyamaKurd – Li Elezîzê ku yek ji parêzgehên Kurdan e, saet di 04.18’an de bi pileya 3.9 erdhejek pêk hat.
Li gor agahiya ku li ser malpera Serokatiya Rêveberiya Rewşa Afet û Lezgîniyê (AFAD) hat dayîn, li navenda Elezîzê bi lerza 3,9an erdhejek pêk hat.
Hat diyarkirin ku erdhej 11,08 kîlometre di bin erdê de pêk hatiye.