Li dijî baregeha DYA ya Rojava hêrişa mûşekî pêk hat

Li dijî baregeha DYA ya Rojava hêrişa mûşekî pêk hat

PeyamaKurd - Li dijî baregeha Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) ya li Rojavayê Kurdistanê ya Rîmelanê hêrişeke mûşekî pêk hat.

Heta niha nehate piştrastkirin ku hêriş ji aliyê kîjan welat an jî rêxistinê ve pêk hatiye, lê belê tê payîn ku hêriş ji aliyê komên çekdar ên girêdayî rejîma Îranê ve hatiye kirin.

Hate ragihandin ku hêriş bi mûşekên ku ji aliyê Iraqê, ji herêma Neynewayê, ji devera Zûmarê ve hatiye kirin û hêzên DYAyê yên li baregeha leşkerî bersiva hêrişa mûşekî dane.

Hat ragihandin ku baregeha leşkerî ya DYAyê ya bûye armanca hêrişa mûşekî baregeha Rojavayê Kurdistanê ya li Rimêlanê bûye.

Li gorî zanyariyan, piştî hêrişê, frokeyên şer ên DYAyê baregeha koma ku hêrişê pêk aniye ya Zûmarê bombebaran kiriye.

Heta niha di derbarê ziyana maddî û canî de ti agahî nehatine belavkirin.