Leyla Zana: Em rêya sêyemînin

Leyla Zana: Em rêya sêyemînin

PeyamaKurd - Siyasetmedara Kurd Leyla Zana di çarçoveya xebatên hilbijartinê yên DEM Partiyê de li Batmanê axivî û got: “Em ne li aliyê hikûmetê ne jî li aliyê opozisyonê ne. Em rêya sêyemîn in. Em, em in."

Leyla Zana li Batmanê beşdarî civîna gel a li ber navenda hilbijartinê ya DEM Partiyê bû. 

Zana di civîna gel a girseyî ku li navenda bajar kom bûn de jî wiha got: “Dibêjin Batman tevlîhev bûye. Ez dibêjim na, tu hêz nikare Batmanê tevlîhev bike. Batman xwedî mîrateke paqij e. We Edîp Solmaz wek kesê yekem ê vê xakê hilbijart û kir şaredar. Me Wedat Aydin ji bîr nekir. Me Mehmet Sîncar, Habîp Kiliç, Sidik Tan, Metîn Ozdemîr ji bîr nekir.

 Zana banga yekîtî û piştgirîdayîna hev li gel kir û dom kir: “Em ji hev re rêzdar bin û ji hev hez bikin. Em her dem piştgiriyê bidin hev. Em ne li aliyê hikûmetê ne jî li aliyê opozîsyonê ne. Em rêya sêyemîn in. Em, em in."