Koalîsyon û Pêşmerge di çarçoveya têkoşîna li dijî propagandayê de civiyan

Koalîsyon û Pêşmerge di çarçoveya têkoşîna li dijî propagandayê de civiyan

PeyamaKurd – Hêzên Koalîsyonê û Hêzên Pêşmerge di çarçoveya têkoşîna li dijî propagandayê de hevaheng û agahî dan hev.

Hêzên Hevpeymaniya Navdewletî û Pêşmerge doh (07.05.2024) ji bo danûstandina zanyariyan derbarê şerê propagandayê de civiyan.

Li gorî daxuyaniya Wezareta Pêşmerge, Rêveberiya Hişyariya Niştimanî ya Wezaretê derbarê şerê li dijî propagandayê de bi hêzên Hevpeymanan re agahî dane hev.

Ji Wezareta Pêşmerge Serfermandar Osman Mihemed û Şêwirmendê Artêşa Almanyayê di çarçoveya Hêzên Hevpeymanan li Herêma Kurdistanê Kaptan Jans derbarê çawaniya rûbirûbûna propaganda û gefan de agahiyên berfireh dan berpirsên Wezareta Pêşmerge.