Ji Parêzgariya Hewlêrê daxuyaniya şewata Bazara Qeyserî

Ji Parêzgariya Hewlêrê daxuyaniya şewata Bazara Qeyserî

PeyamaKurd - Parêzgariya Hewlêrê li ser şewata bazara Qeyserî ya Hewlêrê daxuyaniyek belav kir.

Parêzgariyê ragihand, piştî şeva borî 05.05.2024ê şewat li bazara Qeyserî ya Hewlêrê derket, demildest tîmên Berevaniya Şaristanî, Asayîş, Polîs, Zêrevanî, Trafîk, Tenduristî û Şaredarî gehîştin cihê bûyerê û bi hewldana efser û karmendên berevaniya şaristaniyê agir hat kontrol kirin.

Hate diyarkirin, piştî kontrolkirina agir lijneyek taybet ji bo destnîşankirina ziyanan hat pêkanîn û li gor amarên dawiyê bi giştî zêdetir 4 hezar dikan hene û ji wan 227 dikan û 7 embarên biçûk ên bazarê şewitîn û ziyan gihîştiye wan. Îro jî piştî destnîşankirina zirar û ziyanan dest bi paqijkirina temamê bazarê hate kirin.

132 kes birîndar bûn

Parêzgariyê da xuyakirin, spas ji bo xwedê di vê karesatê de derveyî ziyanên darayî ti ziyaneke canî çênebû, lê mixabin ji ber qerebalixiya zor a hemwelatiyan li cihê bûyerê 132 kes ji efser û karmendên berevaniya şaristanî, asayîş, polîs, kasibkar û hemwelatî birîndar bûn û beşek ji wan ji ber dûkela agir tenduristiya wan têk çû û di cih de ji aliyê tîmên tenduristiyê ve li cihê bûyerê 117 kes hatin çareser kirin û 15 kesên din jî ku pêwîstiya wan hebû ji bo nexwaşxaneya beşa lezgîn hatin veguhestin û çareseriya pêwîst ji bo wan hate kirin.

Parêzgariyê dawî diyar kir, “Em destxweşiyê li tîmên Berevaniya Şaristanî, Polîs, Asayîş, Zêrevanî, Trafîk, Tenduristî, Şaredarî, Qeymeqamtiya Navendî, Polîsê Şaredariyê, Tîmên Krîza Parêzgehê, Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî û Jîngehparêziyê dikin ji ber hewldanên wan ên ji bo kontrolkirina agir û bi hewarê çûna dikandaran û ziyanlêketiyên bazarê. Hemwelatiyên bajarê Hewlêrê em piştrast dikin, lijneyek ji bo lêkolîn û dûvçûna sedemê şewatê û derxistina ziyanên madî hatiye pêkanîn û di demeke nêzîk de dê encam bên eşkere kirin.”