Ji parêzgarê Hewlêrê daxuyaniya hildana Ala Tirkiyê

Ji parêzgarê Hewlêrê daxuyaniya hildana Ala Tirkiyê

PeyamaKurd- Parêzgerê Hewlêrê umêd Xoşnaw, li ser mijara ji bo pêşwazîkirina Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyip Erdogan li Hewlêrê daliqandina alên Tirkiyê ragihand ku ew mijareke protokîlî ye û ne cara yekê ye ew yek tê kirin.

Xoşnaw got, “Ev ne cara yekê ye ku di dema hatina serokên welatan de alayên welatan li Kela Hewlêrê tên bilindkirin. Herwiha ev mijareke protokolî ye û li hemî cihan; karên wisa hatine kirin û tên kirin”.

Parêzgerê Hewlêrê Umêd Xoşnaw diyar kir, “Ne tenê alaya Tirkiyeyê ye, belkî alayên Kurdistan, Iraq û Tirkiyeyê bi hev re hatine danîn”.