Hunermendê Kurd ê Rojhilat ji ber beşdariya Newrozê hate binçavkirin
PeyamaKurd – Hunermendê Kurd ê Rojhilatê Kurdistanê Hemza Cehferî bi sedema ku di ahenga Cejna Newrozê de, li Kirmaşanê stranên Kurdî-şoreşgerî gotine, ji aliyê hêzên Îranê ve hate binçavkirin. Beriya niha jî gelek kesayet û hunermendên Kurd ji ber heman hincetê hatibûn girtin.
Li gorî ragihandina Rêxistina Mafên Mirovan Hengawê, Cehferrî li bajarê Gîlan Xerb ê Kirmaşanê li mala xwe ji aliyê hêzên Îranê ve hatiye binçavkirin.
Hate diyarkirin ku bêyî destûra dadgehê hêzên Îtlaata Îranê (îstixbarat) yên rûpûşkirî bi ser mala Cehferî de girtine û ew bi xwe re birine.
Medya herêmê daye xuyakirin ku sedema binçavkirina Cehferî li bajarên Îlam û Şînoyê beşdariya wî ya pîrozbahiyên Newrozê ye.
Hengawê ragihandiye ku ji meha borî ve herî kêm 32 Kurd ji ber beşdariya ahengên Newrozê hatine binçavkirin û ji bo lêpirsînê bang li wan hatiye kirin.