Hikûmeta Kurdistanê: Ti behaneya ku Iraq astengan ji hinardekirina petrolê re çêke nîne

Hikûmeta Kurdistanê: Ti behaneya ku Iraq astengan ji hinardekirina petrolê re çêke nîne

PeyamaKurd- Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê li ser daxuyaniyên hikûmeta Iraqê yên derbarê hinardekirina petrola Kurdistanê de ragihand, “Berpirsên Wezareta Petrolê ya Iraqê hewl didin berpirsyartiya sernegirtina hinardekirina petrolê bikin sûcê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.

Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê îro 23yê Nîsanê bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand, “Hikûmeta Herêma Kurdistanê agahdarê wan daxuyaniyên fermî ye ku vê dawiyê ji aliyê Wezareta Petrolê ya Hikûmeta Iraqê ve li ser hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê hatine belavkirin. Ew daxuyanî bizavê dikin ku berpirsyarîtiya sernegirtina hinardekirina petrolê bikin sûcê Hikûmeta Herêma Kurdistanê”.

Herwiha hate destnîşankirin, “Em piştevaniya Hikûmeta Iraqê dikin ku li ser şertên lihevkirina meha yekê pabend  be û hêsankariyan ji bo destpêkirina hinardekirina petrolê bike. Ti behane nînin, ne di destûra sala 2005ê de û ne jî li ti cihekî din, ku Wezareta Petrolê ya Iraqê astengan ji hinardekriina petrolê re çêbike. Ew hinardekirin ji bo jîn û jiyara hemî gelên Iraqê girîng in, herwiha ji bo aştî û ewlehiya enerjiya Civaka Navdewletî jî gelek girîng in”.

Hêjayî bibîrxistinê ye, Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Ewadî derbarê hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê de gotibû, “Hinardekirina petrola Herêma Kurdistanê ya bi rêya Tirkiyê zelal bûye, lê niha pirsgirêk tenê di navbera Hikumeta Iraq û ya herêmê de ye.”