Hikûmeta Herêma Kurdistanê efûya bacê ragihand

Hikûmeta Herêma Kurdistanê efûya bacê ragihand

PeyamaKurd - Hikûmeta Herêma Kurdistanê bi ser du wezaretan bi giştnameyekê ragihand ku wê di gellek beşan de bac, deyn û cezayên kirê û trafîkê yên welatiyan bê kêmkirin.   

Wezareta Darayî û Aborî ya Herêma Kurdistanê derbarê biryarên Encûmena Wezîran de giştînameyeke darayî ya taybet belav kir. 

Li gorî giştnameyê wê ji bo gelek bac, deyn û bi taybetî jî cezayên kirê, av û trafîkê yên welatiyan bêne kêmkiin.

Li gorî biryara yekem a giştnameya ku ji aliyê Wezareta Darayî û Aborî ve hatiye weşandin wê kêmkirin ji sedî 100 ê ewlehiya civakî, cezayên ji berê ve mayî yên kardan dihundurîne. Biryara duyem jî di serî de asankirina mukellefiya yasayên bacê yên ewlehiya civakî, di gellek beşan de kêmkirina bacan dihundurîne.

Li gor wê yasaya ku himûmetê bi ser wezaretan ve ragihandiye, ji bilî daxistina ji sedî 20ê li ser xercê kombûna elektrîkê ya welatiyan, dê ji sedî 20 kêmkirina avê û kirêya salane ya kirêdarên ser bi Wezareta Şaredarî û Geştûguzariyê jî bê dayîn.

Her wiha biryar hat dayîn ku ji cezayên trafîkê ji sedî 20 efûya welatiyan bê dayîn.