Hûrguliyên serdana Erdogan dertên holê

Hûrguliyên serdana Erdogan dertên holê

PeyamaKurd - Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayyîp Erdogan îro bi şandeke qelebalix wê serdana paytexta Iraq Bexdayê û paşê jî serdana paytexta Herêma Kurdistanê Hewlêrê bike. Ev serdana ku demeke dirêj lê tê lêkolînkirin, ji bo têkiliyên Enqere û Bexda û Hewlêrê bigihîne asteke nû, weke dîrokî tê binavkirin.

Di serdanê de tê çaverêkirin ku peymaneke berfireh ku bi mebesta pêwendiyên dualî ya di çarçoveyeke stratejîk de cih digire bê îmzekirin û bi taybetî di warê 'têkoşîna li dijî terorê' de gavên hevkariyê bêne avêtin. Herwiha rêveberiya avê û projeya Rêya Pêşketinê jî ji hin mijarên sê serdanê ne.

Wezîrê Derva Hakan Fîdan diyar kir ku ji 20î zêdetir peyman hene ku ew çaverê dikin ku di vê serdanê de bêne îmzekirin.

Mijara PKKê

Di derbarê serdana Erdogan de Endamê Lijneya Karûbarê Derve ya Parlamena Iraqê Hadî Selamî ragihand, berpirsên Iraqê dixwazin di serdana Serokkomarê Tirkiyeyê Recep Tayip Erdogan de ya Iraqê de bi Erdogan re hebûna PKKê, pirgirêkên Şengalê û hebûna çend baregehên leşkerî yên Tirkiyeyê yên li Herêma Kurdistanê nîqaş bikin.

Hadî Selamî anî ziman ku di navbera Enqere û Bexdayê de hin pirsgirêkên gring hene û wek pirsgirêkên sereke rawestandina herikîna ava çemê Dîjleyê ya ji aliyê Tirkiyeyê ve ku ji cotkariya Iraqê re dibe sedema gellek astengiyan û hebûna hêzên artêşa Tirkiyeyê ya li Herêma Kurdistanê nîşan da.

Selamî hebûna binkeyên leşkerî yên artêşa Tirkiyeyê wek "zêdegaviya li ser axa Iraqê" pênase kir û anî ziman ku yek ji mijarên gring ên ku wê di serdana Erdogan de bi Erdogan re bêne nîqaşkirin jî ev babet e û got: "Em hêvîdar in ku ev hêzên artêşa Tirkiyeyê ji nav axa Iraqê derkevin. 

Kawa Resûl: Tirkiye dixwaze gringiya xwe biparêze

Çavdêrê Siyasî Kawa Resûl jî ji Dengê Amerîkayê (VOA) axivî û anî ziman ku Enqere bi vê serdanê hewl dide ku plansaziyekê nû ya ji bo xwe li guherînên li Rojhelata Navîn bigonjivîne û pêgehên xwe yên jeostartejîk û jeosiyasî ji nû ve dîzayn bike.

Kawa Resûl destnîşan kir ku ji ber ji bo Rojhelata Navîn re dergehê Ewropayê ye, Tirkiye welatekî gring e û bi vê serdanê Erdogan hewl dide ku vê gringiya Tirkiyeyê biparêze. 

Awadî: Destpêkeke nû

Ji aliyê din ve Berdevkê Hikûmeta Iraqê Basim Awadî jî diyar kir ku wê serdana Erdogan a Bexdayê, ji bo çareserkirina pirsgirêkên navbera Iraq û Tirkiyê bibe destpêkek nû û di pêwendiyên dîrokî de jî bibe xaleke veguhertinê.

Awadî anî ziman ku ji bo serdanê amadekariyên destpêkê hatine kirin û tê plankirin ku zêdetirî 20 peymanên lihevkirinê bên îmzekirin û wiha got: "Serdana Erdogan wê bibe destpêka çareseriya pirsgirêkên di navbera Iraq û Tirkiyeyê de û di têkiliyên me yên dîrokî de wê bibe xala guherînê."