Frensayê ciwanê Kurd radestî Tirikiyeyê kir: Alozî derket

Frensayê ciwanê Kurd radestî Tirikiyeyê kir: Alozî derket

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku Frensayê biryara dersînorkirina çalakvanê Kurd Firaz Korkmaz daye û ew radestî Tirkiyeyê kiriye.

Di derbarê sedemê dersinorkirin û radestkirina li Tirkiyeyê ya Firaz Korkmaz de heta niha agahiyek nehatiye bi destxistin.

Çalakvanê Kurd Firaz Korkmaz meha sibatê hatibû girtin û wê demê jî bo berdana wî xwepêşandan hatibû kirin.

Piştî biryara radestkirinê li Frokexaneyê alozî derket

Hate ragihandin ku piştî biryara dersînorkirinê, di dema dersînorkirin û radestkirina Firaz Korkmaz de komeke Kurd çûne Frokexaneya Balafirgeha Charles de Gaulle ya Parîsê û nerazîbûn nîşanî biyara dersînorkirina Korkmaz dane.

Hin çalakvanên Kurd dane zanîn ku di encama vê çalakiya nerazîbûnê de, di navbera koma Kurd û  karmendên frokexaneyê de alolzî derkitiye û di encamê de 3 kes birîndar bûne û çend kes jî hatine desteserkirin.

Li gor agahiyan, dema Yekîneya Neteweyî ya Vegerandinê ya Fransayê xwest ku Firaz Korkmaz bi rêya frokexaneya Charles de Gaulleyê dersînor bike û radestî Tirkiyeyê bike, hinek ciwanên Kurd ketine hundirê frokexaneyê û xwestine dersînorkirina Korkmaz asteng bikin.

Li ser wê yekê di navbera karmendên frokexaneyê û koma Kurd de alozî derketiye û di encamê de 3 karmendên frokexaneyê birîndar bûne û ji çalakvanan çend kes hatine desteserkirin.