Erdogan: Piştgiriya me ya ji bo Herêma Kurdistanê wê berdewam be

Erdogan: Piştgiriya me ya ji bo Herêma Kurdistanê wê berdewam be

PeyamaKurd – Nêçîrvan Barzanî tekez li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di her warî de pêwendiyên xwe li gel Tirkiyê pêşde bibe û hertim hêmaneke aştî û aramiya navçeyê bûye.

Serokomarê Tirkiyê Recep Tayyîp Erdogan danê êvarê piştî hevdîtinên xwe yên li paytexta Iraqê Bexdayê, hat Hewlêra paytext.

Li Ofîsa Serokatiya Herêma Kurdistanê civînek bi amadebûna wezîrên hikûmeta Herêma Kurdistanê û berpirsên bilind ên her du aliyan birêve çû.

Li gor daxuyaniya Serokatiya Herêma Kurdistanê, di civînê de, Nêçîrvan Barzanî careke din tekezî li ser wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê dixwaze di her warî de pêwendiyên xwe ligel Tirkiyê pêşde bibe û tekez jî li wê yekê kir ku Herêma Kurdistanê her tim hêmana aştî û aramiyê li navçeyê de bûye. .

Erdogan: Piştgiriya me wê bidome

Erdogan dûpat jî kir ku piştevaniya welatê wî ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê wê berdewam be û ew amadene di hemû waran de hevkariyê bikin û pêwendiyan zêdetir geş bikin.

Erdogan destnîşan kir ku divê aştî û îstiqrara li herêmê bê parastin, pirsgirêk bên çareserkirin û mafên civakan bên garantîkirin.