Encumena Wezîran dicive: Pirsgirêkên Hewlêrê têne gotûbêjkirin

Encumena Wezîran dicive: Pirsgirêkên Hewlêrê têne gotûbêjkirin

PeyamaKurd - Encumena Wezîran a Herêma Kurdistanê, bi mebesta gotûbêjkirin û biryardayîna di derbarê mûçeyên karmendên Herêma Kurdistanê û çend mijarên din îro, bi serperiştiya Serokwezîr Mesrûr Barzanî û bi amadebûna Cîgirê Serokwezîr Qubad Talebanî civîna xwe ya awarte pêk tîne.

Fermangeha Medya û Zanyaran a Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku wê di vê civînê de ji bo gotûbêjkirina geşedanên dawî yên mijarên mûçeyên karmendan û pirsgirêkên darayî yên di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Hikûmeta Iraqê de bêne gotûbêjkirin.

Di daxuyaniya fermangehê de hate diyarkirin ku wê di civînê de her wiha encamên dawî yên civîna şandeyên teknîkî ya li Bexdayê ya li ser pêşengiyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê û hikûmeta navendî ya Iraqê yên di di derbarê dahatên derveyî neftê û di bankan de tomarkirina mûçeyên fermanberên Herêma Kurdistanê jî bêne nîqaşkirin.

Di daxiyaniyê de hatiye gotin ku di civînê de wê raporta Wezîrê Çandinî û Çavkaniyên Avê ya di derbarê serdana şandeya vê wezaretê ya ji bo danûstandinên li Bexdayê bi rayedarên Iraqê re hate kirin û her wiha mijara wergirtina genimê îsal ê cotkaran û livandina pirojeyên bendav û avrêjan ên Herêma Kurdistanê û sûdwergirtina ji derfetên xizmetkariyên çandiniyê ya cotkarên Herêma Kurdistanê jî bene nîqaşkirin.