Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî li ser şewata Bazara Qeyseriyê

Daxuyaniya Nêçîrvan Barzanî li ser şewata Bazara Qeyseriyê

PeyamaKurd – Serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî hêviya başbûnê ji bo welatiyên di şewata Bazara Qeyserî ya dîrokî ya Hewlêrê de ziyan dîtine xwest û diyar kir ku divê rayedarên pêwendîdar lêkolîneke berfireh derbarê sedemên şewatê de bikin.

Serokê Herêma Kurdistanê Barzanî derbarê şewata ku doh (06.05.2024) li Bazara Qeyserî ya Hewlêrê ket, daxuyaniyek da.

Nêçîrvan Barzanî got: "Ez spasiya ekîbên berevaniya sivîl, hawarhatinê, polîs, ewlekarî û tenduristiyê dikim ku bi berpirsiyarî peywira xwe bi cih anîn û nehiştin agir zêdetir belav bibe." Ji birîndarên şewatê re û ji esnafên ku zirar dîtine re jî şîfa xêrê xwest.

Nêçîrvan Barzanî balkişand li ser wê yekê ku divê rayedarên pêwendîdar lêkolîneke berfireh li ser sedemên şewatê bikin û wiha got: “Divê bûyerên agirpêketinê yên dûbare bi hûrgilî û bi baldarî bên birêvebirin û esnaf jî li gorî rênimayan tevbigerin û tedbîrên ewlehiyê bigirin.”

Di berdewamiya axaftina xwe de Nêçîrvan Barzanî ev daxuyanî da:

“Ev bazar yek ji şûnwarên dîrokî û şûnwarên xweş ên paytexta Herêma Kurdistanê ye. Ji ber vê sedemê em piştgiriya xwe ya tam ji bo di zûtirîn dem de vejandina wê radigihînin.”