Çiyayê Gabarê û Çiyayê Cûdiyê 15 rojan hate qedexekirin

Çiyayê Gabarê û Çiyayê Cûdiyê 15 rojan hate qedexekirin

PeyamaKurd – Hate ragihandin ku devera Çiyayê Gabarê yê bajarê Şernexê yê bakurê Kurdistanê ji bo 15 rojan ji ketin û daketinê re hatiye qedexekirin.

Qedexe wê îro (25ê Avrêlê) dest pê bike û heta 9ê Gulanê bidome. Ev qedexe îsal cara 6an e tê qedexekirin.

Parêzgeriya Şirnexê ragihand ku di navbera 25ê Avrêlê heta 9ê Gulanê Çiyayê Gabarê aliyê ber bi Basaya devera Şirnexê ve 15 rojan hatiye qedexekirin.

Parêzgeriya di daxuyaniya xwe de got: “Di navbera 25ê Adarê heta 9ê Gulanê de Çiyayê Gabarê aliyê ber bi Basaya devera Şirnexê ve weke herêmên taybet hatine destnîşankirin û têketin û daketina wê deverê bi awayekî demkî hatiye qedexekirin.

Parêzgeriyê herwiha ragihand ku Herêma Çiyayê Cûdî ya sinorên devera navendî ya Şirnexê, deverên Silopiya û Cizîrê jî di heman demê de 15 rojan qedexe hatiye ragihandin.