Chris Van Hollen di derbarê Hewlêr û Qamişlo de axivî: Ger bi hev re bixebitin wê bihêztir bibin

Chris Van Hollen di derbarê Hewlêr û Qamişlo de axivî: Ger bi hev re bixebitin wê bihêztir bibin

PeyamaKurd - Senatorê Amerîkî Chris Van Hollen diyar kir ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA), li dijî hêrişên Tirkiyeyê yên li ser Hêzên Sûriyeya Demokratîk (HSD) e û got: “Em dixwazin HSD bibe aliyek ku di gotûbêjên ku li ser siberoja Sûriyê de têne kirin.”

Van Hollen destnîşan kir ku divê di çareserkirina pirsgirêka Sûriyeyê de mafên Kurdan bêne parastin û berdewam kir: “Bi dîtina min, ev wekî beşeke ji hewldanên giştî yên çareseriyê ya berjewendiyeke gring a DYAyê ye.

“Em dixwazin HSD aliyekî gotûbêjên çareseriya Sûriyeyê be”

Di şerê li dijî DAIŞê de hevkariyeke me ya pir xurt bi HSDê re çêbû. HSD, di şerê li dijî DAIŞê de serê rimê bû û wê ev têkilî pir gring bimîne heya em piştrast bibin ku me DAIŞ bi tevahî têk biriye û em êdî rabûn û xwebirêxistinkirina DAIŞê nabînin.

Herwisa gelek kes li Kampa Holê hene û em dixwazin piştrast bin ku em ê van pirsgirêkan çareser bikin lê ez di wê baweriyê de me ku bi liberçavgirtina rola pir girîng a ku HSDyê di têkbirina DAIŞê de lîst, Amerîka bi rengekî pabend e ku piştevaniya wan berdewam bike.

Bi liberçavgirtina hovîtiya rêjîma Esed, hebûna hêzên Rûsyayê û rola Tirkiyeyê ya di hevrikiya li Sûriyeyê de û berdewamiya hewlên Tirkiyê yên hêrişkirina HSD, em dixwazin HSD aliyekî gotûbêjên ku li ser siberoja Sûriyê tên kirin be.

Herêma Kurdistanê

Senatorê Demokrat Chris Van Hollen ji Rûdawê re axivî û bang li serkirdeyên siyasî yên Herêma Kurdistanê kir ku rêya bihevrekarkirinê bibînin. Hollen got: “Bi baweriya min, ger partiyên cuda bêtir ji nêzîk ve bi hev re bixebitin, Herêma Kurdistanê wê bihêztir bibe.”

Van Hollen herwiha da zanîn ku DYA, gringiya Herêma Kurdistanê ya di sîstema Iraqa federal de têdigihîje û wiha axivî:

“Kongreyê ji Koşka Spî xwest ku bi Herêma Kurdistanê re rêkxistina ewlehiya zêdetir di ber çavan re derbas bike. Bi liberçavgirtina ku gring e ku em vê yekê di çarçoveya hikûmeta federal a Iraqê de bikin, lê belê roleke pir gring a ku Herêma Kurdistanê dileyîze heye. Ketiye ber êrişê. Herwiha beşdariyeke wê ya pir gring di şerê DAIŞê de ku dilgiraniyeke hevpar e, hebû. Ez dubare dikim, rêveberiya Biden, wê bi rêkûpêkî biryarê bide ka wê çawa vê hevkariya leşkerî ji nû ve saz bike, lê belê min ji bo hêzên li Herêma Kurdistanê piştevaniya roleke mezintir kiriye. Ew jî li jêr pêkhateya fermandariya federal a hevgirtî ye.”

Neft û mûçe

Chris Van Hollen, di derbarê hevdîtina xwe ya bi Serokwezîrê Iraqê Sûdanî ya di dema serdana wî ya DYAyê de got:

“Hevdîtineke min a pir baş bi Serokwezîr Sûdanî re di vê serdana wî de hebû. Me di derbarê hemû pirsgirêkên ku di navbera DYA û Iraqê de hene kir. Yek ji daxwazên wî ew e ku pêwendiyan berfireh bike û sînorê warê ewlehiyê derbazî sînorê aborî û tiştên din bike û bingeha têkiliyan berfireh bike. Ez jî piştevaniya van karan dikim.”

Hollen li ser çawaniya para mûçeyê karmendên Herêma Kurdistanê ya di budceya Iraqê de da zanîn ku di nêrîna Hewlêr û Bexdayê de cudahî heye û got:

“Li ser nêrîna ku wê bi fermî bê kirin cudahî heye. Herwiha niha li ser bikaranîn û frotina neftê jî pirsgirêk heye. Îcar, pirsgirêkên ku bi rastî divê bi carekê û mayînde bêne çareserkirin ev in. Loma ez kêfxweş dibim gava dibînim ku bêtir gotûbêj tên kirin. DYAyê hewl daye û dide ku di nêzîkkirina partiyan de ji bo çareserkirina van pirsgirêkan roleke erênî bileyîze. Bi rastî er erkeke li ser milên me ye ku divê em wan çareser bikin.”

“Kurd bi hev re bixebitin wê bi hêztir bibin”

Senator Van Hollen di derbarê Herêma Kurdistanê de wiha dom kir: 

“Diyar e ku pêwendiyên me bi hikûmeta Iraqê re hene, lê belê bêguman em mikur tên ku Iraq welatekî pirreng e û Herêma Kurdistanê jî di çarçoveya sîstema federal de xwediyê otonomiyeke mezin e. Divê di nava sîstema federal de otonomî hebe. Dubare dikim, DYA ne tenê bi hikûmeta federal û Serokwezîr Sûdanî re tevdigere, li gel Hikûmeta Herêma Kurdistanê û serkirdeyên wê yên siyasî jî tevdigere.

Herwiha ez bang li serkirdeyên siyasî yên Kurdistanê jî dikim ku ji bo bêtir ji nêzîk ve bi hev re bixebitin rêyan bibînin. Ger bi hev re bixebitin Herêma Kurdistanê wê bihêztir bibe.”