Beşar Esed: Em çend caran bi DYAyiyan re civiyan

Beşar Esed: Em çend caran bi DYAyiyan re civiyan

PeyamaKurd - Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed di hevpeyvîneke xwe re ragihand ku wan çend caran bi rayedarên Dewletên Yekbûyî yên Amerîkaye (DYA) re civînan pêk aniye.

Esed di hevpeyvîna xwe ya li gel televîzyoneke Guricistanê nirxandinan kir.

Beşar Esed di hevpeyvînê de DYAyê wek 'dagirker' bi nav kir û gote "Divê em hewl bidin da ku bikaribin bi welatên Rojava re pêwendiyan saz bikin.

“Amerîkayê axa me dagir kiriye”

Serokdewletê Sûriyeyê Beşar Esed di derbarê hebûna hêzên DYAyê yên li Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê got: “Niha DYAyê bi awayekî neyasayî beşeke axa me dagir kiriye. Em çend caran bi rayedarên DYAyê re civiyan, lê belê ji van civînan encamek baş û bi kêrhatî dernekete holê.”

DYA, ji 2011an vir ve, bi sedema ku piştgiriya terorê dike û sûcên şer ên di peymanên navteneweyî de hatine qedexekirin dike, pêwendiyên xwe yên bi rejîma Sûriyeyê re rawestandiye û guvaşên giran ên aborî û leşkerî li serê sepandiye.

Piştî şerê navxweyî yê Sûriyeyê ku beşek axa wê ji bo derketina DAIŞê meydan, bi mezinbûn û xurtbûna DAIŞê re DYA hêzên xwe arasteyî Rojavayê Kurdistan û Sûriyeyê kir û li ge hêzên Kurd ên Rojavayê Kurdistanê, li dijî DAIŞê şerekî giran meşand. Ji wê demê ve nêzîkî 900 leşkerên DYAyê ku piraniya wan li Rojavayê Kurdistanê dimînin hene.