Bakirhan bersiva îdiaya 'Wê li 27 şaredariyan qeyûm tayîn bikin' da!

Bakirhan bersiva îdiaya 'Wê li 27 şaredariyan qeyûm tayîn bikin' da!

PeyamaKurd – Hevserokê Giştî yê DEMê Tuncer Bakirhan li ser îdiaya nivîskarê rojnameya Hurriyetê Nedîm Şener ku dibêje “Ji bo 27 şaredariyên ku DEMê bi dest xistine wê qeyûm bên tayînkirin” bi tundî bersiv da û wiha got: “Em gotinên îtîrafkar û kujeran li ber çavan nagirin."

Bakirhan bertek nîşan da û got, "Li gorî mantiqa Nedîm Şener, derbarê wî de jî lêpirsîn hat vekirin, lewma divê wî bername çênekira" û got, “Em hesab nadin îtîrafkar û kujerên bi vî rengî. Türkiye ne Türkiyeya kevn e. Kurd jî ne Kurdên berê ne!”

'Em li ber şaredariyan nobetê digirin'

Bakirhan li ser pirsa “Gelo amadekarî ji bo qeyûm tê kirin?” jî diyar kir ku ger pêwîst bike wê li ber şaredariyan nobetê bigirin û got:

“Ez di heman demê de hevşaredarê Sêrtê bûm û 3 salan hatim desteserkirin. AÎHMê biryara binpêkirinê da. Gelek pere dan min. Kî bi lêpirsîn, dozgerî û îfadeyên şahidên veşartî ku ne yên îxbarkeran e, wê neyê lêpirsîn kirin? Türkiye ne Türkiyeya kevn e.

Kurd jî ne Kurdên berê ne. Hewl dan Wanê desteser bikin, gel jî bersiv da. Kes nikare şaredariyên me desteser bike.”

Derbarê Îmamoglû de jî lêpirsîn heye

Bakirhan herwiha diyar kir ku rêveberiyên şaredariyan ji ber lêpirsîn û dozgeriyê ji wezîfeyê nehatine girtin û piştî biryar ji aliyê Dadgeha Bilind ve hat erêkirin meclîsên şaredariyan rêveberiyên xwe yên nû hilbijart û got, “Li Tirkiyeyê kesekî ku di lêpirsînê de nebe tune. Mînak di derbarê Ekrem Îmamoglû de jî tiştek heye. Wê demê hûn ê wan hemûyan ji kar bavêjin. Dibe ku mantiqeke wiha hebe?