126emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

126emîn salvegera Rojnamegeriya Kurdî pîroz be

PeyamaKurd - Îro 22yê Avrêlê Roja Rojnamegeriya Kurdî ye. Dîroka vê rojê vedigere 126 sal berê. Di 1898an de li Qahîreya paytexta Misirê, rewşenbîrê Kurd Miqdad Mîdhed Bedirxan rojanemeya bi navê “Kurdistan”ê ku yekem rojnameya Kurdî ye derxist û ew roja ku Rojnameya Kurdistan derket, wek Roja Rojnamegeriya Kurdî hate pejirandin.

Rojnameya Kurdistan ku ji aliyê Miqdad Mîdhad Bedirxan ve lê bi alîkariya rewşenbîrên Kurd yên wê serdemê hate derxistin tenê 31 hejmar çap bû.

Miqdad Mîdhad Bedirxan 5 hejmarên pêşî derxistin, lê belê ji ber zordestiya dewleta Osmanî, Bedirxan nekarîbû weşana rojnameyê bidomÎne û ji ber wê yekê birayê wî Ebdurrehman Bedirxan dest bi derxistina rojnameya Kurdistanê kir.

Hejmarên ji yekemîn heta 5emîn li Qahîreyê, yên ji 6emîn heta 19emîn li bajarê Cinêvê yê Swîsreyê, yên ji 20emîn heta 23yemîn jî careke din li Qahîreyê, hejmara 24an li Londonê, yên ji 25an heta 29an li Brîtanyayê û yên 30 û 31an jî dîsa li Cinêvê hatin çapkirin û weşandin.

Piştî rojnameya Kurdistan bi rêzê rojnameyên Şerq û Kurdistan, Amîd-î Sevda, Rojî Kurd, Hetawî Kurd, Yekbûn û Kovara Jîn û herwiha rojnameyên bi navê "Kurdistan" û "Jîn"ê hatine çapkirin.

75 salan piştî derketina rojnameya Kurdistanê, di 1973yan de li Başûrê Kurdistanê, 22yê Avrêlê wekî “Roja Rojnamegeriya Kurdî” hat destnîşankirin û ji wê rojê ve her sal ev roj tê pîrozkirin.

Ji roja ku rojnameya Kurdistanê derketiye heta îro bi hezaran rojname û kovarên Kurdî derketine.

Wek yek ji dezgehên ragihandinê yên Kurdî 'Peyama Kurd' em jî Roja Rojnamegeriya Kurdî li hemû kedkar û xebatkarên rojnamegeriya Kurdî û li hemû Kurdistaniyan pîroz dikin û hêviya serkeftinê li hemû kedkarên vê qadê dikin. Roja me pîroz be.