HEVPEYVÎN | Mûsa Ehmed: Ev ji alîkariyê wêdetir erk û berpirsiyarî ye

HEVPEYVÎN | Mûsa Ehmed: Ev ji alîkariyê wêdetir erk û berpirsiyarî ye

PeyamaKurd – 6ê Sibata 2023yan li demjimêr 04:17 û demjimêr 13:24an du erdhejên mezin ên bi dijwariya pileyên 7,7 û 7,6 ku navenda wan bajarê Mereşê yê Bakurê Kurdistanê bû çêbûn. Tevî 10 bajarên Bakur û Tirkiyê, li Sûriye û Rojavayê Kurdistanê jî ev erdhej bû sedema karesateke mezin a mirovî ku bi deh hezaran mirovan jiyana xwe ji dest dan û wêraniyeke mezin a nedîtî çêbû.

Dezgeha Xêrxwazî ya Barzanî (BCF) hin çend saet bi ser erdhejê de derbas bûn, bi karwanên xwe yên alîkariyê û tîmên rizgarkirina mirovan ji bin kavilan gihîşt hawara Bakurê Kurdistanê û herwiha alîkariyên xwe gihandin herêma Efrînê ya Rojavayê Kurdistanê ku li wir jî karesateke mezin a erdhejê derketiye holê.

‘Alîkariya gelê Kurdistanê bi nirx e, ev erk berpirsiyarî ye ji bo me’

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed di hevpeyvîneke ligel Rûdawê de dibêje, 'em xizmetê pêşkêşî mexdûrên erdhejê yên li Efrînê, li Mereş, Semsûr, Dîlok, Amed û Rihayê dikin.. Ev karesateke mezin e, yên ku rastî erdhejê hatine mafê me heye em alîkariya wan bikin. Ez piştrast im ku alîkariya gelê Kurdistanê jî bi nirx e, ev erk û berpirsyarî ye ji bo me ji bilî alîkariyê û em vê jî dikin.”

"Li gelek bajaran tîmên me hene"

Mûsa Ehmed dide zanîn, niha zêdetirî 100 xebatkarên wan li herêmên erdhejê xizmetê dikin û gelek sazî û kesên li herêmê bi xwebexşî diçin alîkariya wan dikin.

“Li ofîsên ku me ji bo alîkariya mexdûrên erdhejê ava kirine gelek dildar hene. Li Mereşê, Semsûr, Dîlok, Îslahiye û li Efrînê jî ekîbên me hene.”

‘Me hejmareke zêde wesayîtên avahîsaziyê anîne Semsûrê’

Mûsa Ehmed daye xuyakirin, wan ligel kompanya Kavin Grûp a ku navenda wê li Duhokê ye hejmareke zêde wesayîtên avahîsaziyê anîne Semsûrê da ku beşdarî xebatên rakirina kavilan û lêgerîn û rizgarkirinê bibin.

‘Li ku derê pêwîstî hebe em ê xizmetê bikin’

“Me bi rayedaran re têkilî daniye ku li ku derê pêwîstî hebe li wê derê xizmetê bikin. Tîmên me yên tendirustiyê û alîkariya bilez jî wisa ne.

Helbet serokwezîrê Herêma Kurdistanê ji bo karekî wiha wek weqf me, Wezareta Tendirustiyê û Wezareta Navxwe erkdar kiriye. Tîmên saziyên Heyva Sor a  Hewlêr, Silêmanî û Dihokê jî li vir in. Di navbera me de hemahengiyeke tam heye.”

‘Em bi AFAD û Heyva Sor re di hemamengiyê de ne’

Serokê Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî Mûsa Ehmed li ser hûrgiliyên alîkariyê dibêje:

“Bi saya metbexên ku li herêmên me behs kirin û li Riha û Amedê hatine avakirin, rojane xwarinên germ ji mexdûrên erdhejê re tê dayîn. Tîmeke din a Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî pakêtên xwarinê ji bo şandina navçeyên erdhejê amade dike. Di van pakêtan de bi xwarinê re fêkî, ava fêkiyan û av jî heye. Ev bi piranî ji bo bidin kesên di konan de dimînin tên amadekirin. Dîsa jî em alîkariyên ku ji Herêma Kurdistanê bi ser weqfa me re tên jî belav dikin. Helbet alîkariyên ku ji aliyê qeymeqamtî û rêveberiyên taybet ên Hewlêr, Duhok, Zaxo û cihên din ve tên komkirin bi rêya AFAD, Heyva Sor jî tên şandin. Di vê mijarê de em bi rêveber û saziyên li vir re di nava koordîneyekê de ne.”

‘Divê dilê mexdûran mezintir û bi sebirtir bin’

Ehmed diyar dike, “Li kudera cîhanê karesateke wiha çêbibe helbet dê kêmasiyên îdarî jî hebin, pirsgirêkên kontrol û ragihandinê jî wê hebin. Wek Dezgeha Xêrxwaziya Barzanî em xwedî tecrubeyekê ne, 17 sal in di nav van karan de ne. Niha em dizanin ku di kîjan rewşê de çawa nêzîk bibin. Helbet her tişt ne li gor dilê me ye, helbet her tişt ne li gor dilê mexdûrên vê derê ye, lê dîsa jî kesên ku di rewşeke wiha de xizmetê dikin divê dilê wan mezintir û sebirtir be. Li vir karesateke mezin qewimî, em dikarin têbigihin ka ew di çi re derbas dibin.”

‘Serok Barzanî her tim bi me re di nav têkiliyê de ye’

Mûsa Ehmed di dewamê de dide zanîn: “Ez dixwazim xaleke din a girîng bînim ziman. Serok Mesûd Barzanî bi berdewamî li gel me di peywendiyê de ye, em bi ofîsa wî re bi berdwamê di peywendiyê de ne. Hem ji me û hem jî xebatên tîmên me pirs û çavdêriyê dikin, her weha nêzîkatiya me ji mirovan re dipirsin û tekez dikin ku divê em bêyî cudahî xizmeta her kesî bikin. Ev kareseteke mezin e, yên ku ev felaket dîtine mafê wan li ser me heye. Ez piştrast im ku alîkariya gelê Kurdistanê jî bi nirx e, ev erk û berpirsyarî ye ji bo me ji alîkariyê zêdetir û em vê dikin.”