Îsraîl: Em bi biryara DYA ya neşandina çek hêvîşkestî bûn

Îsraîl: Em bi biryara DYA ya neşandina çek hêvîşkestî bûn

PeyamaKurd – Îsraîlê, rawestandina şandina alîkariya leşkerî ya Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) bi “hêvîşkestiniye” pêşwazî kir

Nûnerê Mayinde yê Neteweyên Yekbûyî (NY) yê Îsraîlê Gilad Erdan, di derbarê biryara DYAyê de ji rojnameya Îsraîlî ‘Israel Hayom’ê re axivî û got:

“Biryara rawestandina şandina alîkariya leşkerî ya Rêveberiya DYAyê, ji aliyê me ve bûye cihê dilgiranî û hêvîşkestina mezin. Ku bi rastî bêjim em ne li benda biryareke wiha sosret bûn.

Wezîrê Ûzeyê yê Îsraîlê Eli Cohen jî ji heman rojnameyê re axivî û serweriya hilberînê ya çek û cebilxane ya neteweyî destnîşan kir.

Cohen ji bo ewlehî û xweparastina Îsraîlê, pêwîstiya hilberîna neteweyî ya çek û cebilxane teqez kir û got:  

“Ne pêwîste ku em li bendê bin da ku şer biqede. Divê em bi lez tevbigerin. Divê di kompaniyên heyî yên me de tavilê pergalên hilberînê bêne sazkirin. Her wiha divê em kompaniyên nû yên parastinê ku dikaribin çek û cebilxane hilberînin damezirînin.”