Berdevkê APIKURê: Ji ber rawestandina hinardekirina petrolê Iraqê 15,5 milyar dolar zirar dît

Berdevkê APIKURê: Ji ber rawestandina hinardekirina petrolê Iraqê 15,5 milyar dolar zirar dît

PeyamaKurd – Berdevkê Komeleya Pîşesaziya Petrolê ya Kurdistanê (APIKUR) Myles Caggins ji K24ê re diyar kir ku di encama rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê de Iraqê 15.5 milyar dolar zirar dîtiye û got, dema Herêma Kurdistanê hinartina petrolê ji nû ve dest pê bike dê hemû alî qezenc bikin.

Berdevkê APIKURê Caggins bi bîr xist ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê Hayan Ebdulganî di hefteya borî de du komîteyên di navbera Herêma Kurdistanê û Bexdayê de derbarê destpêkirina hinartina petrolê û mûçeyan de ava kirin û ragihand ku komîteyên li Pirs hîna dest bi karê xwe nekiriye û wezîr Ebdulganî jî got: “Karê van her du komîteyan wê di nava hefteyek heta du hefteyan de bi dawî bibe.”

“Endamên APIKUR li bendê ne ku ji bo careke din kar bikin bo hinartina petrola Herêma Kurdistanê.” Caggins got, "Em li bendê ne ku Wezîrê Petrolê yê Iraqê soza xwe bi cih bîne û em li bendê ne ku di navbera Wezareta Nefta Iraqê û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî ya Herêma Kurdistanê de hevdîtin bê kirin."

Berdevk Caggins amaje bi wê yekê jî kir, ku ew çaverê dikin hinartina petrola Herêma Kurdistanê bi temamî destpê bike û ev yek ji bo Iraqiyan jî girîng e û got, eger guhertinek di girêbestan de çêbibe yan jî bê kirin, daxwaz dikin ku ji aliyê hikûmeta Herêma Kurdistanê û endamên APIKURê ve bên pesendkirin.

“Ji bo lihevkirinekê divê hikûmeta Herêma Kurdistanê, Iraq û şîrketên APIKUR li ser yek maseyê bicivin. Em alîgirê wê ne ku peyman wek hev bimînin, şertên me zelal û eşkere ne." Caggins diyar kir ku di heyama hinartina petrola Herêma Kurdistanê de, gelek pere derbasî xezîneya Hikûmeta Herêma Kurdistanê bûye û ji bo mûçe, sermayeguzarî û avakirina jêrxaneyan hatiye bikaranîn.

Myles Caggins: “Şîrketên me veberhênana xwe didomînin. Em veberhênanan dikin ku berhemanîna petrola Herêma Kurdistanê bigihêje 400 milyon dolarî. Dema ku Herêma Kurdistanê hinartina petrolê ji nû ve destpê bike em ê hemû bi ser bikevin.”

Berdevkê APIKUR Caggins bersiva “Çima girîng e ku ji nû ve îxracata petrolê bê destpêkirin” da û got, “Kêmasiya budçeyê heye, ji ber ku aboriya Iraqê tenê xwe dispêre dahata petrolê, ji ber wê jî girîng e petrola Herêma Kurdistanê careke din were hinardekirin, ji ber wê jî berdewamkirina hinartina petrolê gaveke biaqilane ye.”

Caggins bal kişand ku ew li bendê ne ku serokwezîrê Iraqê Mihemed Şîa Sûdanî bi xebatên her du komîteyên ku hatine avakirin ji bo di pêşerojê de çi bikin tevbigerin.

“Erdogan (Serokkomarê Tirkiyê) di serdana xwe ya Bexda û Hewlêrê de mijara petrolê gotûbêj kir. Bi dîtina min vegerandina hinartina petrolê ji bo Tirkiye, Iraq û Herêma Kurdistanê girîng e. Tirkiyeyê ji bo her rojek derengî di hinardekirina petrolê de 800 hezar dolar tezmînat ji Iraqê xwestibû. Di dema derengî de wê ev pere kom bibe û ji ber ku ev lihevkirinek e divê bê dayîn."

Caggins diyar kir ku ji ber rawestandina hinartina petrola Herêma Kurdistanê heta niha 15.5 milyar dolar zirarê daye Iraqê û got, "derdora Herêma Kurdistanê ji Iraqê ji bo veberhênanên di sektora petrolê de guncawtir e."