Banga balkêş a Pentagonê ji Iraqê re!

Banga balkêş a Pentagonê ji Iraqê re!

PeyamaKurd – Artêşa Amerîka bang li Iraqê kir ku tedbîran bigire ji bo parastina hêzên Amerîkî ji êrîşên komên milîs ên Îranê piştî êrîşên roja Duşemê.

Berdevkê Pentagonê Pat Ryder diyar kir ku komên Îranî roja Duşemê du "êrîşên neserkeftî" li dijî hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyê pêk anîn.

Ryder destnîşan kir ku ji 4ê Sibatê û vir ve ev yekemîn êrîşên li ser tesîsên koalîsyonê ne.

Ryder di bangewaziya xwe de van gotinên jêrîn pêk anî:

"Ev êrîş, hêzên koalîsyonê û personelên Iraqî dixin metirsiyê. Em bang li hikûmeta Iraqê dikin ku hemû gavên pêwîst bavêje da ku ewlehiya hêzên Amerîkî li Iraq û Sûriyeyê li hember êrîşên van koman dabîn bike."

Berdevk got, "Eger ev êrîş dewam bikin, em ê weke berê dudilî nebin ji bo parastina hêzên xwe."

Ji aliyê din ve, Pentagonê ragihand ku ji 18ê Cotmehê ve 190 Amerîkî li Iraq, Sûriye û Urdinê jiyana xwe ji dest dane.