image

PeyamaKurd – Di şampiyoniya Futbolê ya Ewropayê (EURO 2020) de ku ji ber pandemiya vîrusa koronayê sala borî nehatibû lidarxistin de, tîma futbolê ya Îtalyayê tîma Avusturyayê têk bir û bû fînalîsta çaryeka şampiyoniyê.

Tîma Îtalyayê û tîma Avusturyayê li stadyûma Wembley a Londona Brîtanyayê hatin pêşberî hev û 90 xulekên yariyê bi yeksaniya 0-0 bidawî bû. Tîma Îtalyayê di dirêjahiya 90+ ya yariyê de, tîma Avusturyayê bi encama 2-1 têk bir û bû fînalîsta çaryeka Euro 2020an.

Beriya îtalyayê jî tîma Denmarkê derketibû fînala çaryeka şampiyoniyê.