image

PeyamaKurd – Rêveberiya Formula 1 Pêşbaziya GP (Grand Prix) ya ku îsal wê li Tirkiyeyê li dar biketa, betal kir.

Li gor bernameyê, gerek GP Tirkiye 13ê meha Pûşperê li Îstanbul Parkê li dar biketa. Ji ber şewba vîrusa Koronayê, rêveberiya formûla biryarek û nû da û diyar kir: "Ji ber astengiyên rêwîtiyê mixabin ne mimkûn e em pêşbaziya ku di meha pûşperê de li Tirkiyeyê dê li dar bikeve li dar bixin."

Li gor bernameya Formulayê dê li Fransayê di navbera 18-20ê Pûşperê de; li Avusturyayê jî du caran, di navbera 25-27 Pûşper û 2-4ê Tîrmehê de li dar bikeve.

Maça Fînala Lîga Şampiyonan jî betal bûbû

Beriya niha jî UEFAyê maça fînalê ya Lîga Şampiyonan ku dê li Stenbolê li dar biketa betal kir. Maça ku dê roja 29ê vê mehê li Stenbolê li dar biketa, ji ber şewbê birin Portoyê. Wê rojê li Portoyê dê Manchester City û Chelsea ji bo kûpayê bilîzin.