image

PeyamaKurd – Di Lîga Basketbolê ya Amerîkayê (NBA) de tîma Milwaukee Bucks, tîma Phoeniks Suns bi 4-2 têk bir û şampiyonê serdema 2020-2021ê. Milwaukee Bukcs, piştî 50 salan yekem car bû şampiyon.

Milwaukee Bukcs di maça rêzeya fînalê de, bi 2-0 li paş ket lê dest jê berneda û di dawiyê de, bi 4-2 bi ser ket. Di maça 6an a ku pê bû şampiyon de, Bucks bi 105-98ê bi ser ket.

Lîstikvan Diannis Antetokounmpo, 50 hejmar avêt potaya Phoeniks Sunsê û tîma xwe kir şampiyon.  Antetokounmpo di maçê de bi 14 ribaund û 5 blokan jî ked da tîma xwe.

Tîma Bukcs herî dawî di sala 1971ê de bûbû şampiyon.

Li NBAyê 15 sal berê jî tiştek wisa qewimîbû: Tîma Miami Heat li hemberî Dallas Maveriksê bi 2-0 li paş ketibû û paşê bi 4-2 bi ser ketibû.