image

PeyamaKurd – Ajansa Dermanan ya Awrûpayê EMA duhî ragihandibû ku feda AstraZenecayê ji talûka wê bêhtire û di peyde WHO (Rêxisitna Tenduristiyê ya Dinyayê) yê jî di heman baweriyê de ragihandina xwe kir. Li gor ragihandina hat kirin; komîta ewlehiya şêwra aşiya kureyî di 16 û 19 ê adarê de civiyaye û ragihandiye ku di asta dinyayê de jimara testên posîtîv ji 120 mîlyonan derbas bûye û ji 2.5 mîlyonan zêdetir kes ji ber vîrusê mirine û weha dewam dike:

“Derzîkirina bo vîrusê bo berlêgirtina nexweşîna zêde û mirinê ye û alavekiye bo berlêgirtina belavbûna pandemiyê.”

Di belavkirina agahiyê de hat gotin ku li Awrûpa di ser 20 mîlyon aşiya AstraZenecayê hatiye kirin û ji aşiya Covishieldê ku li Hindistanê tê hilberîn di Hindistanê de 27 mîlyon derziyên wê hatine kirin.

Çend roj berê aşiya AstraZenecayê bi sedema xwînê tîr dike bikaranîna wê li Awrûpa hatibû rawestandin lê rêvebirê EMA yê Emer Cooke di encama lêkolînê de weha gotibû:

“Ev derzî ya baweriyê ye. Fêda parastina derziyê ji Kovid-19 ê ji talûkeyên wê zêdetire.”