image

 

PeyamaKurd – Li ser zêdebûna pandemiyê ya di dinyayê de, ji heyeta Rêxistina Tendurstiyê ya Dinyayê (WHO) serpisporê bi navê Soumya Swaminathan ragihand ku bi belavbûna cûreya Deltayê re, di dinyayê de pandemî zêde bûye û ev nîşana ku pandemî hêdî nabe ye.

Bloomberg a ku bi Swaminathan re hevpeyvînê kiribû ragihand ku pisporê navborî gotiye li hinek welatên dinyayê aşi hatine kirin û di razana nexweşan ya li nexweşxaneyan de kêmbûn heye lê li hinek deverên dinyayê jimara miriyan zêdeye, di nexweşxaneyan de cîh têra nexweşan nake û kêmasiya oksîjenê heye.

Endamê heyeta rêvebiriyê ya WHO yê di beyana xwe de weha gotiye:

“Di nav 24 sietên dawiyê de, li dora 500 hezar kes bi pandemiyê ketine û 9.300 nexweş mirine. Dema em li van reqeman dinêrin, em dibînin di pandemiyê de hêdîbûn tine ye. Ji 6 herêmên WHO yê di 5 an de pandemî zêde dibe, li Afrîkayê di nav 2 hefteyan de zêdebûna pandemiyê ji %30 yan derketiye %40 an.”