image

PeyamaKurd – Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ragihand ku mûtasyona vîrusa korona ya li Hindistanê li hember derziyên Covid-19 berxwedêr e û tevî ku gelekî zûtir belav dibe, zêdetir dikuje jî.

Zanistê serekî yê WHOyê Dr. Soumya Swaminathan, ji AFPê re daye xuyakirin, cûreya Hindistanê ya vîrusa koronayê ya bi navê B1.617 li welatê herî mezin ê duyem li dinyayê hiştiye ku vîrus ji kontrolê derkeve û gelekî bilez belav bibe.

Dr. Soumya Swaminathan bal kişandiye ser ku yek ji sedema din jî ew e ku Hindistanê çalakiyên girseyî serbest berdane ku ji belavbûna zêde ya vîrusê hikûmet berpirs e.

Dr. Swaminathan herwiha gotiye, cûreya B1.617 a vîrusa korona ji ber mûtasyonên zêdetir belav dibin di xwe dihewîne, li hember antîkorên derziyan jî berxwedêr e dibe ku bibe sedema fikaran.