image

PeyamaKurd – Wezareta tenduristiyê ya Tirkiyê bi tobloyekî rewşa kovid-19 ê ya li Tirkiyê û Kurdistan a Bakûr belav kir. Li gor tabloya 8 ê tîrmehê 48 nexweş wefat kirine û 5.171 pêketiyên nûh hene. Rêjeyên wezaretê wehanin:

225.253 test îro hatine kirin.

    5.171 testên îro posîtîv derketine.

         48 nexweş Îro wefat kirine.

    5.012 nexweş îro baş bûne.

Bajarên ku herî zêde lê aşi (deqandin) hatine kirin Bedlîs, Sêrt, Riha, Mêrdîn, Diyarbekir, Mûş, Batman, Şirnex, Agirî û Çewlik in.