image

PeyamaKurd – Pisporên Serbixwe yên ji aliyê Rêxistina Tenduristiya Cîhanê (WHO) ji bo lêkolînkirina vîrusa koronayê hatine erkdarkirin, rapora xwe ya encamên lêkolînên derbarê pandemiya Covid-19 de eşkere kirin.

Li gorî rapora pisporên serbixwe, cîhanê dikaribû pêşiya Covid-19 bigire ku heta niha bûye sedema mirina zêdetirî 3,3 milyon kesan.

Çîn di pêşîgirtina pandemiyê de gelekî dereng ma

Di raporê de hatiye gotin ku Çîn gelekî dereng maye di pêşîgirtina belavbûna koronayê de û hatiye hevseroka lijneya lêkolînê yê ji Zelanda Nû Helen Clark diyar kiriye ku pir zelal e Çîn dereng maye û piştî belav bûye li cîhanê jî erka WHOyê ya bikare lêkolînê bike û pesend bike tunebû.

Rapor balê dikişîne ser meha Sibatê ya 2020an ku korona hêj nû li welatan belav dibû û dide xuyakirin, gelek welatan dikaribû bi tedbîrên xurt pêşiya belavbûnê bigirin, lê ev yek nekirin.

Ji bo dabînkirina derziya Covid-19 bang li welatên dewlemend hat kirin

Di dawiya raporê de ji bo bidawîanîna pandemiya Covid-19 a bilez çend pêşniyar hatine kirin ku ji wan ya herî girîng jî ew e ku bang li welatên dewlemend tê kirin; heta meha Îlona îsal milyarek derziyên koronayê dabîn bikin û heta nîvê sala 2022yan jî 2 milyar derzî dabîn bikin bo tevahiya welatên cîhanê.