image

PeyamaKurd – Li Herêma Kurdistanê lêdana derziya Kovid-19 ê dewam dike. Li payîtext Hewlêrê rojane dikarin derziya 100 kesî lêbidin. Niha li herêmê dest bi aşiya kesên temenê wan di ser 60 salî de ne têkirin. Berpirsa navenda aşiyê ya Hewlêrê Linda Muhsîn bo K24 ê ragihandiye ku herkesê di ser online de wextê derziyê xwestiye, dikare li navenda herî nêz ya mala xwe aşi bibe. Lînda Mûhsîn weha ragihandiye:

“Di rojê de di navbera 60 û 100 kesan de em dikarin aşiyê bikin. Heya niha 150 kes aşiya AstraZenecayê û 400 kes aşiya Sinofarmê kirine. Di kesên derziyê li xwe dane de piçekî agir zêde dibe û carna lerz çêdibe. Ew jî bi dermanê êşbirê çareser dibin.”

Di 2 yê adarê de 5 hezar doz derziya Sinafarmê û di 26 ê adarê de 43.800 doz aşiya Brîtanî ya AstraZenecayê gihabû Kurdistanê. Di 4 ê adarê de derziya xebatkarên tenduristiyê hatibû kirin.